Muazzez Hoşer: Bi biryara Diyanetê êrîşa zayendî li dijî zarokan zêde bû

  • 10:06 16 Tebax 2018
  • Rojane
Rojda Aydin
 
MÊRDÎN - Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê û TJA  derbarê îstîsmara li dijî zarokan jinan agahtar bikin xebatek da dest pê kirin. Pispora Pêşxistina Zarokan  Muazzez Hoşer anî ziman ku ji bo îstîsmara li dijî zarokan bê sekinandin wê xebata xwe berdewam bikin.
 
Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê û Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo ku li dîj êrîşên zayendî zarok û jinan agahtar bikin xebatek dan dest pê kirin. Ev xebata ku hat destpêkirin li  kolan, tax, mal û navçeyan berdewam dkike. Derbarê mijarê de Pispora Pêşxistina Zarokan  Muazzez Hoşer  axivî. Muazzezê, diyar kir ku ew bi vê xebata xw derbarê êrîşên zayendî yên  li dijî zarok û jinan de agahiyê didin û jinan birêxistin dikin û anî ziman ku jin bi vê xebatê gelek kêfxweş in.  
 
 Muazzezê diyar kir ku ji roja AKP hatiye ser kar û vir de êrîşên zayendî yên li dijî zarokan roj bi roj zêde bûne û di roja me de ev êrîş derketine lutkeyê. Muazzez, bal kişand  ser biryara Diyanetê ya ku zarok dikarin di 9 saliya xwe de bizewicin û wiha got: “ Di demên derbasbûyî de rayedarên Diyanetê  êrîşên zayendî yên wekî tacîz û tecawiza li dijî zarok û jinan tê kirin bi axaftinên ku kirin  meşhur kirin û gotin ku zarok dikarin di 9 saliya xwe de bizewicin. Piştî vê axaftina Diyanetê êrîşên zayendî  li dijî zarokan zêdetir bûn. Bi zêdebûna van êrîşan re qada lîstikê li zarokan teng kir. Li dijî êrîşên zayendî ku tên kirinbi salane têkoşînek mezin tê dayîn.”
 
‘Ji bo îstîsmara li dijî zarokan bi dawî bibe ev xebat tê kirin’
 
Muazzezê, diyar kir ku Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê ji bo li dijî êrîşên zayendî yên  li dijî zarokan û jinan tên kirin jinan bi rêxistin bikin  wan ev xebatek daye destpêkirin û wiha pêl da axaftina xwe: “Bi vê xebatê em derbarê êrîşên zayndî yên li dijî zarokan tên kirin agahiyê didin jinan û em ji wan re îzah dikin ku çawa dikarin zarokên xwe biparêzin. HDP'ê nû dest bi vê xebatê kir û ev xebat li taxan, kolan û navçeyan  tê kirin. Armanca xebata me ku em dayî li êrîşên zayendî yên li dijî jinan û bi taybetî li dijî zarokan tên kirin bînin.”
 
‘Divê dayik gotina  'Na' fêrî zarokên xwe bikin’
 
Muazzezê, di dirêjiya axaftina xwe de  got ku xebata dane dest pê kirin de vî tiştî ji jinan re dibêjin: “Divê em zarokên xwe bînin  gel xwe û ji wan re bibêjin ku cihê mehrem aîdê te ye û tu kes nikare dest bide bedena te. Dema kesekî dest da sîng û qalçeyên te bêje ku ew aîdê min e û kes nikare dest bidê. Dema zarok dikevin serşoyê divê derî li ser xwe bigirin. Divê dayik gotina 'Na'  fêrê zarokên xwe bikin. Dema kesekî dest da wan û tiştek hate serê wan divê bikaribin vê ji malata xwe re vebêjin û divê ku destûr ji bo bibêjin ji wan re bê dayîn. Êrîşên zayendî tenê li derve nayên kirin di nava malbatê de jî tên kirin. Divê jin zarokên xwe ji mêrên di nava malbatê de dur bixin. Divê dayik tim û dayîm li pey zaroka xwe be û baweriyê bidê.  Dema dayik baweriyê bide zarokê tişta tê serê wan dikarin ji dayika xwe re vebêjin.”
 
‘Jin ji vî xebatê gellek memnûn in’
 
Muazzez, da zanîn ku zaroka ku rastî êrîşa zayendî  tê di axaftin, hal û hereketên wan de cûdahî çêdibin û wiha got: “Zarok gellek agresîf dibin. Dema zarok dernekevin  destşoyê û di bin xwe de mîz dike ev îşaretên îstîsmarêne ne. Her wiha dema  qêjîn dike, dikeve odeya xwe û dernakeve ev hemû nişana îstîsmarê ne. Di vê rewşê de dayik divê biçe li gel zaroka xwe û baweriyê bidê ku ji bo tişta hatiye serê wê/wî  jê re bibêje.  Jin ji vê xebatê gellek memnûn in û kêfxweş bûn. Jinan bi saya vê xebatê gelek kêmasiyên xwe dibînin  û her ku em bi wan re axivîn wan kêmasiyên xwe dîtin.  Di vê xebatê de her wiha wan jî derdê xwe ji me re gotin.”
 
‘Em jin pêşî li vê êrîşê bigirin’
 
Muazzez di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku hîn nû dest bi vê xebatê kirine û û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev xebata ku me daye dest pê kirin her hefteyê li  cihekî û rojê 4 saetan didome. Di vê xebatê de ne bitenê li ser êrîşên zayendî yên li dijî zarokan her wiha di derbarê mijarên din  de jî em bi jinan re gelek mijaran dinirxînin. Wan kêmasiyên xwe ji me re gotin û me jî kêmasiyên xwe ji wan re got. Her wiha jinan dixwest ku perwerdehiyên di derbarê tendûristî, siyasetê de jî ji wan re bên dayî. Me bi vê xebata xwe hêz da jinê. Ev xebata me berê jî hebû hem ji ber pêvajoyê û hem jî ji ber hilbijartinên ketin navberê me dabû sekinandin. Em niha dîsa vê xebata xwe berdewam dikin. Ji bo em dayî li êrîşên zayendî yên li dijî jin û zarokan bînin   em ê  xebata xwe berdewam bikin. Wê jin bi van xebatan dayî li êrîşên zayendî bînin ji ber ku jin xwedî hêz in."