'Kurê min bi kimyasalê qetil kirin û piştre jî 13 gulê lê reşandin'
- 09:02 16 Tebax 2018
- Rojane
Zeynep Durgut
COLEMÊRG-Di dema qedexeya sala 2016'an de a ku li navçeya Geverê hatibû îlankirin, gelek kes bi guleyên tîmen taybet hatine qetilkirin. Yek ji van jî Jêhat Dogma bû. Dayika Jêhat Kiymet dogma dema qedexe û qetilkirina Jêhat vegot.
Di sala 2016'an de li navçeya Gevera Colemêrgê qedexeye derketina kolanan hatibû îlankirin di wê encamê de bi hezaran tax û mal hatibûn şewitandin û hilweşandin. Her wiha gelek kes jî bi guleyên tîmên taybet hatibûn qetilkirin. Di dema 79 rojên qedexeya derketina derve ya li navçeya Geverê ya Colemêrgê de, di 9'ê Nîsana 2016'an de Jêhat Dogma ji aliyên tîmen taybet ve bi 13 guleyan hatibû qetilkirin. Dayika Jêhat Kiymet Dogma dema qedexê û qetilkirina Jêhat ji me re vegot.
'Kurê min bi kimyasalê qetil kirin'
Kiymetê anî ziman ku tu mirin bi qasî mirina kurê wê ji wê re giran nehat û got ku di qedexeyan de hikûmet ji bo kuştina mirovahiyê ketibû nêçîre û wiha berdewam kir:"Gava ku li Geverê qedexe hatî îlankirin, bajêr paxila xwe ber bi mirin û kuştinê vekir. Tenê bêdengî û taritî hebû. Rovî di kolanan de ketibûn nêçîra mirovahîye. Kesên ku derfet dîtin derketin. Reva mirinê bû. Gava ku qedexe hat îlankirin, ez jî derketim. Lê Jêhat li malê ma. Mal topbaran dikirin û hilweşandin. Lê li hemberî zilmê bêgûman têkoşîn jî hebû. Berxikê min sivîl bû. Tu gunehê wî tune bû. Rojekê li min geriya got 'Dayê kimyasalê diavêjin malan' Piştî vê xeberdanê telefon qut bû û min xwe bi tu awayî negihand kurê xwe. Piştre li tv û înternetan û hinek sîteyan nûçe servîs kirin. Kurê min bi kimyasalê qetil kirin û piştre jî 13 gulê lê hatin reşandin. Dibên ku wan Kînyesal bi ka rneanîye. Ger ku wisa be çima rûyê kurê min nedihate naskirin, çima cenazeyî wî perçe perçe bibû? Zilmeke mezin li me kirin. Li gorî wan em kurd bûn û ji ber wê tu mafê me yê jiyanê tune bû. Cenazeyê kurê min perçe perçe bû. Perçeyên wî ji bo otopsiyê şandibûn Erzurumê. Ez rabûm di riyên qaçax re çûm min cenazeyê lawê xwe anî. Ez bi lawê xwe serbilind bûm ji ber wê min rondik nebarandin heta ku lawê xwe da axê. "
'Armanca vê operasyonê tunekirina gelê kurd bû'
Kiymetê di berdewamiya axiftina xwe de anî ziman ku kujerên kurê wê aşkere ne û got ku zilm dê helbet rojekê bi dawî bibe û wiha pê de çû;"Kurê min hîna pir biçûk bû. Hîna zanîngeh dixwend. Hikûmet dibêje me sivîl nekuştinê. Li Geverê û Cîzîrê ketîbûn qetilkirina kurdan. Dayika Taybet sîvîl bû, Cemîle sîvîl bû, tu çek di destê wan de tune bû. Li her deverên Kurdîstanê te bi hezaran sivîl kuştine. Dewletê bi tevahiya artêşa xwe bi ser geverê de girt. Bi çekên herî giran mirov hatine kuştin. Nûçeyên 'Gever ji terorîstan hate paqijkirin' Servîs kirin. Kuştin, topbaran kirin û hilweşandin dewletê mîna serkeftineke mezin ev îlan kir. Min kurê xweli Wanê defin kir. Kurê min ji bo ku axa xwe terik ne, li Geverê ma. Dixwastin me hemûyan bikujin û ji holê rakin. Lê mixabin di vê plana xwe de serkeftî derneketin. Armanca operasyonê tunekirina Gelê Kurd bû. Ez ê heya dawiya temenê xwe li ber xwe bidim. Heta ku kujerên kurê min hesab nedin, ji min re aramî tune ye."