Dewleta tirk êrişî nirxên gel dike

  • 20:08 15 Tebax 2018
  • Rojane
ŞEHBA - Pişti dagirkirina Efrînê dewleta tirk û komên girêdayî wê, her roj li gel qetilkirin,talan, dizi, revandin, destdirêjiyê li ser gel û nirxên gel dike. Dewleta ku êrîşî hemû nirxên gel dike êrîşî goristanan jî dike û ji hestuyên şervanên Gelê Kurd ji di tirse ku loma goristanên şehidan li Efrinê hemûyan dirûxîne.
 
 Beriya niha Goristana Şehîd Avêsta Xabûr û niha jî li Goristana şehit Refiq ya navçeya Şera ya gundê Metîna gorên şervanên azadiyê hemû yan dirûxîne. Leşker û komên ku para xwe ji mirovahiyê ne girtin e bê navber goristanên şehidan ên li Efrinê jî hildiweşînin.
 
Di vê çarçoveyê de li Goristana şehit Avesta Xabur ku bi dehan şehidên berxwedana serdemê lê hatine veşartin hemû gorên wan hatine xirap kirin. 
 
Ji aliyê din ve li  bajarê Efrinê li Eşrefîyê maşineyekê ku tê naskirin aîdê leşkerên tirk û ser çavan wan girtî du jinên bi navê Fidan Henan û Leyla Mistefa revandin û nayê zanin ku ew her du jin bi ku ve birine.
 
Kiryarên Dewleta tirk û komên girêdayî wê  bi hemû hovîtîya xwe li Efrînê bê navber didomin. Li hemberê van kiryaran li navenda Bajarê Efrînê çalakiya sabotajê ji aliyê şervanên YPG-YPJ ê ve hat lidarixistin û  10 endamên girêdayî komên çete hatin kuştin û 20 jî birindar bun. Pişti çalakiya şervanan hemû teknik cardin ji aliyê dewleta tirk ve hat bikaranîn, liv û tevgra leşkerên tirk li Efrînê zêde bû.