Li Minbicê pîrozbahiya şahiya 15'ê Tebaxê dest pê kir
- 19:50 15 Tebax 2018
- Rojane
MINBIC - Li Bajarê Minbicê bi dirûşma "15’ê Tebaxê Ronahiya Minbica azade" şahiya 2'emîn Sal vegera rizgarkirina Minbicê hat lidarxistin.
Bi amedebûna bi sedan ji şêniyên Bajarê Minbicê, sazî û dezgehên wê, Reqa, Tebqa, Dêrezor, Herêma Fiaratê Herêma Cizîrê, şahiya 2'yemîn Salvegera rizgarkirina Minbicê ji hovîtiya Çeteyên DAIŞ’ê li Dibistana Xezaniye dest pê kir.
Qada Xezaniyê bi alên Meclîsa Minbic ya leşgerî, Meclîsa Jinên Minbicê, Partiya Sûriyê ya Pêşerojê, Erka xweparastinê, hêzên ewlehiyaya hundirîn, pankartên "Çîroka Minbicê bi destên zarokên wê dest pê kir û di 15’ Tebaxê de bi xwîna şehîdên xwe rizgar bû" hatiye xemilandin.
Şahiyî bi merasîma leşkerî ji aliyê Hêzên Erka Xweparastinê yA rojvayê Kurdistanê hat destpêkirin. Her wiha axaftina destpkê ji aliyê hevseroka Encumena Zagonsaz ya Sivîl a Balarê Minbicê Nezîfe Xilo ya Bajarê Minbicê ve hat kirin. Nazîfeyê di axafitna xwe de wiha got: "Em weke rêveberiya sivîl bi xêrhatina hemû mêvanên xwe dikin. Me weke meclîsa Sivîl erka bi rêxstinkirina hemû gelê Minbicê da ser milên xwe. Gelê Minbicê 3’salan di bin hovîtiya Çeteyên DAÎŞ’ê de jiya,
lê bi saya xwîna hemû şehîdan Minbicê rizgar bû. Ji bo vê jî em îro di despêkê de vê rojê li malbatên şehîdan pîroz dikin û li tevahî gelê xwe.”
Piştî axaftinê koma Tebqayê şanoyeke bi navê Aştî li ser ax û guhdarvanan pêşkêş kir.
Şahyê bi axaftin û çalakiyan berdewam kir.