Li Agirî û Semsûrê 27 kes hatin binçavkirin

  • 15:48 15 Tebax 2018
  • Rojane
AGIRÎ / SEMSÛR - Li Agirî û Semsûrê bi ser malan de hat girtin. Li Agiriyê 24 û li Semsûrê jî 3 kes bi giştî 27 kes hatin binçavkirin.
 
Li navçeyên Bazîd, Giyadin, Panos û Zêtka yên Agiriyê, di serdegirtinên malan de, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bazîdê Fatma Oral û Ahmet Şah Sari jî d inavê de 24 kes hatin binçavkirin. Wezareta Karên Hûndir, kesên hatin binçavkirin weke endamên PKK/KCK’ê îlan kir. Hat diyar kirin ku 24 kesên hatin binçavkirin li Midûryetên Polîsan ên bajêr û navçeyan tên girtin. 
 
Li Semsûrê jî binçavkirin 
 
Li navçeya Kolikê ya Semsûrê polîsan serê sibê bi ser malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Emre Vural, Mahmut Ulaş û Engîn Karşilayan binçav kir. 
 
Hinceta binçavkirinê nehat zanîn û her sê kes birin Miduriyeta Polîsan a Kolikê.