Li Minbicê 1'emîn Komêleya Çerkezan hat vekirin
- 14:11 15 Tebax 2018
- Rojane
MINBIC- Çerkezên bajarê Minbicê bi merasîmekê yekemîn komêleya xwe vekirin.
Di roja 2'emîn Salvegera rizgarkirina bajarê Minbicê li dijî çeteyên DAIŞ’ê, çerkezên Minbicê 1'emîn Komêleya xwe vekirin.
Di vekirinê de bi dehan endamên sazî û dezgehên rêveberiya sivîl a demokratîk amede bûn.
Merasîma vekirinê bi dîlana çerkezan ya filklorî des pê kir. Paşê jî xwarinên ku jinên çerkez amede kirbûn hatin dayîn.
Komêle bi armanca nûjenkirina çanda çerkezan ku hatbû tunekirin hat vekirin. Her wiha wê di komêleyê de waneyên çandî, ziman û folklorê werin dayîn.
Cihê komêleyê li ser rêka Helebê li nêzî çarxereya 7 Behran e.