Konferansa 6'emîn a Meclîsa Mlabatên şehîdan li Şehbayê dest pê kir
- 12:33 15 Tebax 2018
- Rojane
ŞEHBA - Tevî dagirkeriya li ser Efrînê û binpêkirinên dewleta tirk û çeteyan jî Meclîsa Malbatên Şehîdan li Kantona Şehbayê 6'emîn konferansa xwe bi perspektîfên Rêberê PKK'ê Adullah Ocalan û nirxandina rewşa siyasî da destpêkirin.
Melisa Malbatên Şehîdan a Kanotona Şehbayê 6'emîn Konferansa xwe bi dirûşma "Meşa li ser şopa şehîdan misogeriya rizgarkirina Efrînê ye" li navçeya Fafînê ku girêdayê Şahbayê ye da destpêkirin. Di konferansa ku hat destpêkirin de, Nûnerên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kanotona Şehbayê, Helebê, hemû sazî û desteyên rêveberiya xweser û nûnerên hêzên leşkerî amade bûn.
Konferans bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo pakrewanên azadiyê hat destpêkirin û piştî rêzgirtinê beriya ku axaftin destpê bikin sînevîzoynek ku perspektîfên Rêberê PKK'ê vedigotin hat pêşandan.
Piştî sînevîzyonê Koordînatorê Tevgera Civaka Demokratîk Hesen Koçer derbarê rewşa siyasî ya li herêmê de nirxandin kir û wiha got: " ”Piştî ku şerê rizgarkirina idilibê dest pê kir, aloziya Sûriyê ber bi kurbûnê ve diçe, her dewlet li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Tu kes vîna gelan li ber çavan nagire. Lê gelê Efrînê di berxwedana serdemê ya 58 rojan li hember hemû teknîkên pêşketî li Efrînê li ber xwe da û gelek Şehîd jî dan ku îro bi vê mîrasê em konferansa xwe li dardixîn.”
Her wiha ji aliyê hemû Meclîsên Malbetên Şehîdan ve Konferansa 6’emîn a Meclîsa Malbetên Şehîdan ya Herêma Efrînê hat pîrozkirin.
Konferans bi nirxndinan berdewam dike.