Derziya şaş bû sedema têkçûna tevînekê
- 09:46 15 Tebax 2018
- Rojane
ÎZMÎR-Sevgî Çalişkan ji ber êşa platîn a di çîma wê de çû nexweşxanê û ji ber dermankirina şaş di çîma hat diyarkirin ku di çîma wê de windahiya tevînek tevînekê pêk hatiye û piştî vê bersîva neyînî ji bo serlêdana wê ya sûc hat, vê carê serî li ÎHD’ê da.
Sevgî Çalişkan diyar kir ku ji ber êşa platîn a di çîma wê de çûye nexweşxanê û ji ber derziya êş bir a li çîma wê hatiye xistin windahiya tevînek di çîpawê de pêk hatiye. Sevgiyê li ser vê serî li ÎHD’a Îzmîrê da û diyar kir ku ew çûye Beşa Lezgîn a Nexweşxana Lêkolîn û Perwerdê ya Katîp Çelebî a Îzmîrê û got dozgeriyê nexweşxane bi qusur nedîtiye û nexweşxane parastiye.
Sevgiyê ev tişt anî ziman: “Roja din ez ji ber êşê çûm nexweşxaneyek din. Gotin dermanan hîna bandora xwe nedaye. Şeva din dîsa çûm. Gotin dermanan negire û serom li min xistin û ez şandim malê. Roja din dîsa çûm û gotin ‘tu qelewî derman negire’. Lê şewata çîma min zêde bû. Piştre ez çûm Nexweşxana Dewletê ya Bozkaya. Doktoran li wir bi ultrasyonê li çîma min mêze kirin û gotin demar teqya ne û ji ber vê çerm hişk bûye. Ji 9’ê Adarê şûnde ez li beşa enfeksyonê ya nexweşxanê 10 rojan razam. Di 26’ê Adarê de li cerahiya plastikê birîna min ya vebibû bi parçeyek çim amin hat girtin.”
‘Ezê heta dawî li mafê xwe bigerim’
Sevgî ya dermankirina wê li Nexweşxana Dewletê ya Bozyaka didome wiha pê de çû: “Di 19’ê Sibatê de noktorê nobedar yê nexweşxanê kî be ew berpirse. Got şekirê te heye, lê şekirekî bilind yê nahêle derman bê bikaranîn tune. Kontrolên min hatibûn kirin. Min serî li dozgeriyê da lê bersiva neyînî hat dayîn. Min jî serî li ÎHD’ê da. Ezê heta dawî li mafê xwe bigerim.”