'Dê azadiya Rêber Apo çarenûsa bi milyonan diyar bike'

  • 09:03 15 Tebax 2018
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
TIL TEMIR - Jinên Til Temir tecrîda girankirî a ku li ser Rêberê PKK ê Abdulla Ocalan tê meşandin bi tundî şermezarkirin û diyar kirin ku divê hemû jin li seranserî cîhanê rabin ser piya û azadiya Rêber Apo bixwazin, gotin ku azadiya rêber apo   azadiya mirovahiyê ye.
 
Dewleta tirk bi dîlgirtina Rêberê PKK'ê Abdullah  Ocalan dxwaze alozî û kaosa Rojhilata Navîn kûrtir bike, Azadiya Rêber  Apo dê kizîra Rojhilata Navîn çareser bike û çarenûsa miloyanan kes diyar bike. Bi amranca şermezarkirina tecrîda girankirî li ser Rêber Rê PKK'ê Abdullah Ocalan  jinên bajarê Til Temirê bertekên tund nîşan dan û diayr kirin ku  ger Rêber Apo neyê berdan dê jin Tirkiyê bi ser sere Erdogan de hilweşînin.
 
'Em azadiya Rêber Apo dixwazin'
 
Rêvebera Saziya Ceryanê Hêvîn Ibrahîm azadiya Rêberê PKK'ê Adullah Ocalan wekî azadiya tevahiya cîhanê  pênase kir û û ev tişt got :"Em azadiya Rêber Apo dixwazin, divê Erdogan baş bizanibe ku kurd ne kurdê berê ne, êdî kurd serî natewînin dê her dem li pey azadiya xwe bin da ku bidestbixin. Azadiya Rêber Apo azadiya bi milyonan kesî ye."
 
'Dê tirkiye hesap bidie'
 
Rêvebera Kongreya Star Xedîca  Asim jî got ku Azadiya Rêber Apo dê çarenûsa gelan diyar bike û wiha dirêjî da axafitna xwe:"Dewletên ku Serok Apo dîl girtin û radestî Tirkiyê kirin, xwestin ku mûma Gelê Kurd vemirînin. Xwestin ku kesê azadîxwaz bêdeng bikin da ku bikaribin gel di bin desthilatdariya xwe de bihêlin.  Lê nikarînbûn armanca xwe pêk bînin. Eger Rêber Apo neyê berdan divê hesabên pir cidî bidin."
 
'Azadiya rêbertiyê dê çarenûsa Rojhilata Navîn diyar bike'
 
Endama Kongreya Star Dilşa Yûnis jî diyar kir ku azadiya Rêber Apo dê çarenûsa Rojhilata Navîn diyar bike û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:"Her ku diçe aloziya li Rojhilata Navîn mezintir dibe, bi milyonan gel dibin qurbanî, azadiya Rêber Apo dê çarenûsa bi milyonan gelê Rojhilata Navîn diyar bike. Em ê her li qadan bin heta ku Rêber apo azad bibe."  
 
 Di dawiyê de jinan bang li tevahî jinan kir ku li Kurdistanê û cîhanê rabin ser piyan ji bo azadiya Abdullah Ocalan li qadan bin.