Dewleta tirk li Efrînê êrîşî goristanê kir!

  • 09:01 15 Tebax 2018
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
TIL TEMIR - Hêzên leşkerî yên Tirkiye û komên girêdayî wê ku binpêkirinên mafanên li Efrînê berdewam dikin vê carê jî êrîşê goristanê kirin û Goristana Şehîd Avêsta Xabûr rûxandin. Têkildarî mijarê Rêvebira Kongra Star Gulîxan Tahir ku nirxandin kir. Ev pêkanîn bi tundî şermezar kirin.  
 
Dewleta tirk û komên girêdayî wê, li  bajarê Efrînê, navçe û gundên wê  talan kirin û rûxandin.  Di çaroçaveya êrîşên ku tên kirin de,  duh jî Goristana Şehîd  Avêsta Xabûr ku di nav de şehîdên berxwedana serdemê hene, rûxand.  Têkildarê mijarê Rêveberira Kongera Star a bajarê Til Temir Gulîxan êrîş bi tûndî şermezar kirin wiha got: "Divê civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan bêdengiya xwe xira bikin û li dijî van pêkanînên dijmirovî bêdeng nemînin." 
 
Gulîxanê wiha bahsa pêkanînên Tirkiyeyê kir:"Tirkiyê dagirkeriya xwe li Efînê berdewam dike û dîrok jî şahidiyê jê re dike. Di encama dagirkeriya ku tê kirin de  dagirkeriya Efrînê diguhere, cihên dîrokî ku çand û dîroka gelan pênase dike dirûxîne. Tirsa Erdogan ji her kurdekî li cîhanê û Kurdistanê heye. Ji ber vê heta bi ji miriyên kurdan jî ditirse û êrîş dike. Divê li hember kiryarên hovane ku li dijî gelê Efrîn û nirxên wan tên kirin civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan helwestek cidî nîşan bidin"
 
'Hêza ku êrîşî goristanê bikê têk çûye'
 
Gulîxanê rûxandina Goristana Ş.Avêsta wekî îfalasa dewleta tirk pênase kir û ev tişt got:"Em bi tundî kiryarên Dewleta tirk li Efrînê şermezar dikin, şehîdên me di dilê me de dijîn. Em şehîdên xwe dispêrin dilê xwe. Rûxandina Goristana Şehîd Avêsta Xabûr têkçûna dewleta tirk nîşan dide û  di heman demê de jinên kurd yên têkoşer wekî metirsiyekê ji bo xwe  xwe dibîne."
 
'DAÎŞ şagirtê Tirkiyê ye'
 
Gulîxanê diyar kir ku DAÎŞ şagirtê dewleta tirk e, tu ferq di navbera wan de tune ye û wiha pêde çû:" Dema ku DAÎŞ êrîş anî ser herêmên me destpêkê gorstan dirûxandin niha û niha  jî Tirkiyê li Efrînê heman tiştî dike.  çeteyên DAÎŞ ê şagirtên dewleta tirk in."
 
Gulîxanê di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî jinan kir ku rabin ser piyan û  ji bo rizgarkirina Efrînê têkoşînê bilnid bikin û wiha dawî li axafitna xwe anî: "Dem dema berxwedanê ye ne dema bêdengiyê ye."