ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2018'AN

  • 09:00 15 Tebax 2018
  • Rojev
*Hêzên leşkerî yên Tirkiye û komên girêdayî wê ku binpêkirinên mafanên li Efrînê berdewam dikin vê carê jî êrîşê goristanê kirin û Goristana Şehîd Avêsta Xabûr rûxandin. Têkildarî mijarê Rêvebira Kongra Star Gulîxan Tahir ku nirxandin kir. Ev pêkanîn bi tundî şermezar kirin. DÎMEN HEYE
 
* Jinên Til Temir tecrîda girankirî a ku li ser Rêberê PKK ê Abdulla Ocalan tê meşandin bi tundî şermezarkirin û diyar kirin ku divê hemû jin li seranserî cîhanê rabin ser piya û azadiya Rêber Apo bixwazin, gotin ku azadiya rêber apo   azadiya mirovahiyê ye.DÎMEN HEYE
 
*Jina Misrî Nihmet Tewfîq a ku  bi xapandina hevjînê xwe tevlî  çeteyên DAIŞ'ê bû, piştî ku hat rizgarkirin  dibêje" Bi naskirina jinên kurd re  ez fêrî  wateya azadiyê û jiyana bi rûmet bûme." 
 
*Muşavîra aboriyê Gul Kaval  zêdebûna dolar nirxand û got: “Tirkiye li benda krîzên giran e. Hîna ev ne tişteke krîza esas di rê de ye.”
 
*Jinên li girtîgeha Sîncanê girtî ne,  ji tacîzê bigirin heta şîdetê gelek binpêkirinên mafan ku li dijî wan tên kirin vegotin û diyar kirin ku gelek cezayên dîsîplînê hatine dayîn û girtiyên nexweş nayên dermankirin.
 
*Sevgî Çalişkan ji ber êşa platîna di çîma wê de çû nexweşxanê û ji ber dermankirina şaş di çîma wê de windahiya tevînekê hatiye jiyîn.  Sevgiyê ji ber vê neheqiya ku lê hat kirin serlêdana sûc kir û piştî ku serlêdana wê nehat qebûlkirin vê carê serî li ÎHD’ê da. BI DÎMEN
 
*Sulava Bêgiriyê ku di her demsala salê de tê ziyaretkirin û bi xweşikahiya xwe mirovan matmayî dihêle, ji aliyê qeyûm ve ji bo 49 salan dewrî şîrketek taybet tê kirin. Endama Tevgera Ekolojiyê Seher Kadîr Ataşoglu got: “Qeyûm ji bo hemû çavkaniyên xwezayê yên navçeyê bifroşe û texrîb bike projeyan amade dike.” BI DÎMEN
 
*Di serdema komkujiya li Şengalê ya 14'an de li gundê Koço yê Şengalê komkujiyek hatibû kirin û bi sendan kes hatibûn qetilkirin. Xizmên  kesên ku bertek nîşanî vê komkujiyê dan dibêjin  bila  hestiyên xizmên me bidin me.