Gelê Navçeya Çelebiyê 15`ê Tebaxê Pîroz Kir
- 17:13 14 Tebax 2018
- Rojane
Îlham Eloso
KOBANÊ - Şêniyên bajarokê Sirînê ya navçeya Çelebiyê bi minasebeta salvegera pêngava 15`ê Tebaxê, bi coşeke mezin şahî li dar xistin.
Li bajarokê Sirînê yê navçeya Çelebiyê ya bajarê Kobanê yê Herêma Firatê bi tevlibûna bi sedan şêniyên herêmê bi minasebeta salvegera 15'ê Tebaxê bi coşeke mezin şahî hat lidarxisitn.
Dibistana ku şahî lê hat lidarxisitn bi wêneyê şehîd Mahsum Korkamaz (Egîd), alên PKK'ê û bi pankarta bi nivîsa "Bi rûhê berxwedana 15'ê Tebaxê wê têkoşîna me bi ser bikeve" hat xemilandin. Di şahiya ku bi deqeyek rêzgirtinê hat destpêkirin de, ji aliyê hunermendên Naveda Çandê ya Kevana Zêrî ya navçeya Çelebiyê ve stran hatin gotin û govend hat gerandin.
Jinên ku tevli şahiyê bûn jî diyar kirin ku li gel 34 sal di ser pêngava 15'ê Tebaxê re derbasbûne jî hîna tê şopandin û bandora wê ya li ser gel berdewam dike.
Ji jinên navçeyê Cîhan Elî a ku tevli şahiyê bû 15'ê Tebaxê li hemû gelan pîroz kir û wiha got: “Roja 15`ê Tebaxê ji bo me gelkî girîng e. Ji ber ku 15'ê Tebaxê roja me kurdan e. Ji bo vê jî em îro bi dil eşî û kêfxweşî û şahî 15`ê Tebaxê pîroz dikin.”
`Emê rûhê şehîdên xwe şad bikin`
Êda Ebas jî bejna xwe li hemberî hemû şehîdan tewand û got: “Ji bo şehîd Egîd em îro bi sedan kes li hev kom bûne û bi kêfxweşî şa dibin. Şehîd Egîd qehreman bû. Ji bo vê jî em vê rojê li serok Apo û hemû gelê xwe pîroz dikin û şehîdên me rûmeta me ne.”
Her wiha Werdê Qewas û Bediriyê Muhemed jî wiha gotin: “15`ê Tebaxê bi ruhê berxwedan û tekoşîna jinê wê dewam bike. Em 15'ê Tebaxê li gelê xwe pîroz dikin.”