Rewşa tendirustiya pitika girtî xirab dibe!

  • 11:48 14 Tebax 2018
  • Rojane
ENQERE - Hat diyarkirin ku pitika bi navê Arîn ya 13 mehî ku li gel dayika xwe di girtîgeha Rihayê de tê girtin û nexweşa astimê ye ji ber ku dermanên wê nayên dayîn nexweşiya wê giran dibe û zarok roj bi roj zeîf dibe.
 
Pitika 13 mehî ku bi dayika xwe Esma Yilmaz re li Girtîgeha hejmar 2 ya Tîpa T a li Rihayê dimîne û nexweşa astimê ye roj bi roj rewşa tendirustiya wê xirab dibe.  Bavê Arînê Mêhdî Yilmaz ê ku di 10'ê Tebaxê de çû hevdîtina hevjîna xwe, diyar kir ku ji ber dermanê Arînê nadinê tendirûstiya wê roj bi roj têk diçe. Li gorî nûçeya di Ajansa Mezopotamyayê de hat weşandin, hat diyarkirin ku Arîn a ku divê di 5'ê Tebaxê de de sewkî nexweşxaneyê bihata kirin, hîna bersîva daxwaza wê ya sewkê nehatiye dayîn. Bavê ku bi rêveberiya girtîgehê re jî hevdîtin kir diyar kir ku jê re hatiye gotin 'me derman xwestine, me ew biriye revîrê jî, lê em hîna li benda dermanan e. Li vê derê tevgereke xweser heye her tişt li gorî dilê we nayê kirin'.
 
Êdî nema dikare bîhnê bistîne û roj bi roj zeîf dibe
 
Bav Mîhdî, yê ku diyar kir roj bi roj rewşa tendirûstiya keça wî têk diçe di berdewamiyê de ev tişt got: "Tenê bîhna wê naçike di heman demê de gelek zaîf jî bûye.  Dermanên wê nadinê. Ji ber ku niare bîhnê bigire û bi nexweşiya astimê ye nikare şîrê dayika xwe jî bimêje.  Ji ber ku êdî bi ser nigan ketiye nexweşya wê jî bêhtir zorê lê dike."