Kongireya Star pêngava rizgariya Abdulla Ocalan dide despêkirin

  • 11:55 29 Tîrmeh 2018
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ- Endama Rêveberiya Kongireya Star Zehra Berkel ragihand ku ew ê di 2’yê Tebaxê de pêngava 3'emîn ya Rizgariya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bidin despêkirin.
 
Rêxstina Kongireya Star amedekariyên destpêkirina pêngava 3'emîn ya Rizgariya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û belav kirina Felsefeya wî dide destpêkirin. Endama Lijneya  Rêberiyê ya Kongreya Star Zehra Berkel ji ajansa me re dadiyarkirin ku ew ê di 2’ê Tebaxê de bi awayekî fermî dest bi çalakiyên xwe bikin.
 
‘Armanc belavkirina îdeolojiya azadiyê ye’
 
Zehra Berkel di despêka axaftina xwe de bal kişand ser armanca hemleyê û wiha got: “Piştî ku me konfransa xwe ya 3'emîn Li dar xist, yek ji biryarên me yên girîng ew bû ku em ji bo rizgarkirina Rêber Apo hemleyan bidin des pêkirin. bi vê yekê jî me weke rêxstina Kongireya Star amedekariyên lidarxistina pêngava 3'emîn ya bi daxwaziya rizgarizgarkirin rêber Apo da destpêkirin. Armaca me ew e ku em bi hêza jinê îdeolojiya Rêber Apo belav bikin û jinan bi wê yekê jî bi rêxstin bikin.”
 
‘Di 2’yê Tebaxê de pêngav dest pê dike’
 
Zehreyê di didomandina gotinên xwe de çarçoveya çalakiyan diyar kir û wiha axivî: “Wê di 2’yê Tebaxê de pêngav me bi daxuyaniyeke fermî dest pê bike. Her wiha di heman rojê de wê meşeke girseyî li Kantona Kobanê were lidarxistin. Her wiha wê semîner jî werin dayîn û civîn jî di hemû taxan de werin li darxstin. Wê sinfezyonên li ser jiyana Rêber Apo werin pêşkêşkirin.  Di heman demê de wê daxuyanî jî di vê çarçoveyê de jî aliyê hemû saziyan ve werin dayîn.”
 
‘Armanca me rizgariya rêber Apo û azadiya jin’
 
Endama Lijneya  Rêveberiyê ya  Kongireya Star Zehera Berkel wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev pêngava sêyemîn e.  Di pêngavên  berê de jî çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin. Lê di hîn aliyên danasîna felsefeya Rêbe Apo de lewazî hatin jiyîn. Ji bo vê jî biryara me ew e ku em zêdetir Fikir û Felsefeya Rêber Apo di nava jinan de belav bikin. Ji bo vê jî hêviya me ew e ku em bi riya vê pêngavê pirojeya Rêber Apo ya azadiya jinê bidomînin da ku em rizgariya rêber Apo û azadiya tevahî jinan bi dest bixin.”