Ji bo Sisê Bînogl 'rapora dikare di gitîgehê de bimîne' hat dayîn
- 11:10 29 Tîrmeh 2018
- Rojane
MÊRSÎN - Ji bo jina 76 salî Sîsê Bîngol a ku li nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê dimîne û nexweşa gurçik, tansiyon û şekir e "rapora dikare di girtîgehê de bimîne" hat dayîn.
Sîsê Bîngola 76 salî li Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê dimîne. Her diçe rewşa tenduristiya wê xirabtir dibe. Li gorî nûçeya ku di Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê de hat weşandin Girêdayê pîrîtiyê û şertên girtîgehê nexweşiya dil, reşik, mesane, tansiyona bilind, şekir û gurçikan her diçe giran dibe. Pr. Ozbek serlêdan kir ku ji ber pîrbûn û van nexweşiyan înfaza cezayê li Bîngolê hatiye birîn bê rawestandin û bê berdan. Serlêdan hat redkirin. Nexweşxaneya Dewletê ya Muşê ji bo Bîngolê rapora ‘di girtîgehê de nikare tenê jiyana xwe bidomîne’ da. Desteya Tipa Edlî bi dengê piraniyê rapora ‘Sîsê diare di girtîgehê de bi serê xwe bijî’ da. Sîsê ya prsgirêkên wê yên tenduristiyê her diçe giran dibin serî li Wezareta Dadê da ku ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê cezayê lê birîne bê taloqkirin û serbest bê berdan.
Sîsê Bîngol 6’ê Nîsana 2016’an de li Gundê Badana Navçeya Gimgima Muşê hat binçavkirin û hat girtin. 3 meh girtî ma. Ji ber xetereya tenduristiyê hat berdan. Dadgehê li ser biryara xwe ya Bîngolê bi zanebin û bi xwestin alîkarî daye rêxistinê 4 sal û 2 meh ceza lê birî. Piştî dosya hat erêgirin Bîngolê girtin û birin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê. Ji wê jî sewqê Girtîgeha Tîpa T ya Tarsusê kirin.