Li Efrînê bi sedan darên zeytûnan hatin şewitandin
- 10:08 29 Tîrmeh 2018
- Rojane
EFRÎN - Li navçeya Şiyê ya Efrînê li gundê Hec Hesna bi sedan darên zeytûnan hatin şewitandin.
Li Efrîna ku ji aliyê Tirkiyeyê û komên girêdayî wê ve hatiye dagirkirin txrîbata xwezayê berdewam dike. Di çarçoveya vê texrîbatê de li gundê Hec Hisna yê navçeya Şiyê bi sedan darên zeytûnan hatin şewitandin.
Li gorî nûçeya di Ajansa Nûçeyan Hawarê de hat weşandin, hat diyarkirin ku şewat ji aliyê hêzên leşkerî yên tirk ve hatiye derxistin û belav bûye.