Kesên li Bendava Malbadiyê jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin

  • 10:05 29 Tîrmeh 2018
  • Rojane
ÊLIH - Li Êlihê 2 jê zarok 4 kesên li Farqînê ji bo ku xwe hînik bikin ketin Bendava Malabadiyê û fetisîn li gundê Zîlan yê Kozlukê hatin definkirin.
 
Malbata ku ji gundê Zîlan yê Kozluka Êlihê ji bo seyranê hatin gundê Bêzwan ê Farqîna Amedê,, ji heman malabtê Hediye Karabulut, zarokên wê Nîsanur û Ayşenur û xwişka wê Hava Kaya ji bo ku xwe hînik bikin ketin Bendav Malabadiyê. 2 jê zarok 4 kesên ku ketin bendavê fetisîn û cenazeyê wan hat derxistin.
 
Kesên ku di avê de fetisîn ji bo otopsiyê cenazeyên wan rakirin Nexweşxaneya Dewletê Selahattîn Eyûbî. Cenaze piştî otopsiyê ji bo definkirinê şandin gundê Zîlan yê Kozlukê.  4 kesên jiyana xwe ji dest dan li goristana gund bi zimêran hatin definkirin.