Rêwitiya heviyê ya jiyana bi hev re: Kardeş Turkuler 25 salî ye

  • 09:41 29 Tîrmeh 2018
  • Rojane
Evrîm Kepenek
 
STENBOL - Kardeş Turkuler ku 25 sal berê yekem konsera xwe da, yekem konsera salvegera 25 saliya xwe îşev li Stenbolê dide.  Hunermenda perkusyon a komê Dîler Ozer diyar kir ku Kardeş Turkuler ligel muzîk û reqsê, ji bo aştiyê jî rêwitiya hêviyê ye.
 
Kardeş Turkuler ku ev 25 sal e li ser sahneyê  ji erdnîgariya Anatolî û Mezopotamyayê stranên cuda distriê, 25’emîn salvegera xwe îşev bi konserek bi heybet li Most-Unîq dide. Candan Erçetîn, Ayşenur Kolîvar, Dalepe Nena û Mîkaîl Aslan jî wê piştgiriyê bidin komê. Her wiha ji Kardeş Turkler ji bo hezkiriyên muzîkê surprîzek plakê jî heye.  Hunermenda komê Dîler Ozer li ser Kardeş Turkuler û muzîka wan axivî.
 
*Çend sale hun di Kardeş Turkuler de cih digirin û di komê de peywira we çi ye?
 
Ji roja hatiye avakirin ez di komê de wek perkusyon dixebitim. Dem bi dem min karê organîzasyonê jî kir. Jİ ber em di wateya klasîk de ne komek muzîkê ne.  Ev 25 sal e ez di vê komê de me û ev demek dirêj e em ji bo vê konserê xwe amade dikin. 
 
*25 sal berê Kardeş Turkuler çawa hat avakirin?
 
Me konsera yekem di 1993’an de da. Di 1993’an de di Kuluba Folklor a Zanîngeha Bogazîçî de  fikrek derket holê. Me wek komeke heval fikra xwe ava kir.
 
*Hun dikarin hinek berfirehiya konsera xwe ya yekem bidin?
 
Di konsera me ya yekem de stranên kurdî, tirkî, ermenkî û azerî hebûn. Me cara yekem li Zanîngeha Bogazîçî konser da. Piştre me li navendên rêxistinên civaka sivîl û navendên çand û hunerê ev konser dan. Piştre qadên cuda bûn. Tevgerek hebû. Pêvajoyek şer jî hebû lê li aliyê din jî di qadên din de jî têkoşer dihatin cem hev. Vê jî mirov ber bi hilberînê de dibir. 
 
*Çapemenî çawa bû?
 
Belê çapemeniyê nîşan nedia lê me di kanalên din de dengê xwe dida bihistin. Heta wê demê di 8’ê Adar û Newrozan de me dengê xwe dida bihistin. Dirûşmeyek me ya ‘em bi hev re bi hêz in’ hebû. Ez dîroka wê baş nizanim lê di mîtîngek jinan de em jî hebûn. Salên 90’î hem derketina me bû hem jî pêvajoyek tije destkeftî bû.
 
*Piştre ….
Di serê salên 2000’î de bi pêvajoya Yekitiya Ewropayê re bi avêtina pêngavên demokratîkbûnê re, qadên nû hatin vekirin. Ji bo welat rewş wisa bû û ji bo me jî xwendekarî qedya. Demek ku pêngavên profesyonel dihatin avêtin bû.  Sala ku me albuma yekem derxist, em wek kom derketin turneyê û konsera me ya Harbiyeyê bû.  Di nav demê de ne tenê stran, reks li bernameyên me zêde bûn.
 
*Sira we ya ligel hevbûnê a 25 salan çiye?
 
Belê 25 sal derbas bû. Di vê pêvajoyê de bêguman her kes ne heman kes in. Hinek hevalên ku rolên girîng lîstin niha ne di nav me de ne. Tevlîbûnên cuda bûn, hat xurtkirin. Ji ber em ne komek muzîkê ya klasîk bûn em li ser piyan man. 
Dema ev kom derket holê,li vî welatî mirov dihatin globalkirin, her tim cudakarî hebû. Em dîsa di pêvajoyek wisa re derbas dibin. Ne tenê li Tirkiyeyê li her derê cîhanê ev heye. Ez her tim li dijî vê dertêm. Ji ber vê fikra Kardeş Turkuler neqedya ye.
 
*Dîsîplînek xebatê ya çawa a Kardeş Turkler  heye?
 
Ez nikarim bêjim ku em her tim bi rêk û pêk dixebitin. Lê çande me ya xebatê heye. Ger konserek me hebe,Em di çarçoveyekê de dixebitin. Nîqaşkirin û axaftin ji bo me hemûyan baş e. Piştre prova dest pê dikin. 
 
*Di çarçoveya 25’emîn salvegerê de bernameyên we yên cuda hene?
 
Konsera me ya îşev bi hêmayên dîtbarî tê destekirin. Ev cudahiyek e.  Dostên me yên muzîkjen jî wê ligel me bin. Wê sahneyek qerebalix be.  Konserên wek vê wê di Tebaxê de li cihên din pêk bên.  Di 5’ê Tebaxê de li Altinoluk, di 11’ê Tebaxê de li Antalyayê, di 18’ê Tebaxê de li Bodrum û di 19’ê Tebaxê de jî wê li Datçayê pêk bên.