'Rêber Apo sembola azadiyê ye'

  • 09:01 29 Tîrmeh 2018
  • Rojane
Lîlav ELî
 
ŞEHBA - Dayikên berxwedêran ên Efrînê ku niha li Kantona Şehbayê dimînin derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de gotin:"Dewleta tirk a dagirker Rêberê me di zindana Îmraliyê de digire û tecrîdek giran li ser dimeşîne. Lê dilê me bi dilê Rêberê me lê dide. Em her ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoşin."
 
Dayikên berxwedêran ên Efrînê ku niha li Kantona Şehbayê dimînin bertek nîşanî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin dan û gotin:"Rêber Apo sembola azadiyê ye. Em ê jî her şopdarên nêrîn û ramanên sembola azadiyê bin."
 
Dayika Remziye Hesen anî ziman ku ew ê heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têbikoşe û wiha got:"Em wekî dayikên şehîdan tu carî zilma ku li Rêberê me tê kirin qebûl nakin. Rêber Apo rêya jinê û civakê bi hev re ronî kir. Civak ji xewnek kûr şiyar kir. Ji ber ku Rêber Apo kesekî demokrat û rewşenbîr e loma komployek navneteweyî li ser serê wî pêk hat. Lê em tu carî vê neheqiyê qebûl nakin. Bila dewleta tirk a dagirker baş bizanibe ku em tu carî ji fikrin Rêberê xwe qut nabin. Rêber Apo jin ji zincîra koletiyê rizgar kir. Em ê jî di rêya fikirên Rêberê xwe de têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Bi saya rê û rêbazên Rêber Apo me têkoşîna xwe mezin kir'
 
Dayika bi navê Zeyneb Hesen jî diyar kir ku ew tu carî çonga xwe natewînin û got:"Rast e dibe ku Rêber Apo di zindanê de be lê ew her dem di dilê me de ye. Fikrên wî yên azad di mejiyê her jinêkê de dijî. Bi saya rê û rêbazên Rêber Apo me têkoşîna xwe mezin kir. Dê Rêber Apo bi saya têkoşîna dayikên şehîdan azad bibe."
 
'Heta dawiya emrê xwe em ê ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoşin'
 
Dayika bi navê Nezîro Elo anî ziman ku ew feyza têkoşînê ji Abdullah Ocalan digire û got:"Mafê tu kesî tuneye ku Rêberê mirovatiyê di zindanê de bihêle. Ji ber ku Rêberê me jiyanek azad diparêze îro di zindanê de yê. Lê yên ku diziyê dikin û mirovan qetil dikin jî li derve ne. Rêber Apo Rêberê tevahî gelan e. Çimkî ew mafê hemû gelan diparêze. Heta dawiya emrê xwe em ê ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoşin."