Pevçûna li Hezro û Licê dijwartir dibe

  • 17:32 28 Tîrmeh 2018
  • Rojane
AMED - Li çoltera navçeyên Lîcê û Hezro yên Amedê, di encama operasyona leşkerî ya bi piştgiriya hewayî dest pê kir de, pevçûnên rû dan dijwartir bûn. Şewata piştî bombebarkirinê derket jî, li herêmê belav û mezin dibe.
 
Operasyona leşkerî ya di saetên serê sibê de li çoltera di navbera navçeyên Lîcê û Hezro yên Amedê dest pê kir de, her ku diçe berfireh û berdewam dike. Li gorî agahiyên hatin bi destxistin, di operayona li gundên Dêrxust, Kerwas, Nenyas, Cinezur û taxa Sîsê yên navçeya Lîcê û çoltera Taxa Helhel a navçeya Hezro yên Amedê berdewam dike de, pevçûnên dijwar berdewam dikin. 
 
Li qada operasyon lê berdewam dike de jî, bombebarkirina helîkopteran didome. Ji ber bombebarana helîkopteran şewata derket, belavî herêmê dibe û ji ber ku kes mûdaxileyê şewatê nake, her ku diçe mezintir dibe.