Dayikên Şemiyê pirsa faîlên Suleyman Cîhan kirin

  • 16:39 28 Tîrmeh 2018
  • Rojane
STENBOL - Dayîkên Şemiyê di çalakiya hefteya 696’an de, ji bo Suleyman Cîhan ê di sala 1981’an dibin çavan de hat windakirin daxwaza edaletê kirin. Birayê Cîhan Prz. Ahmet Cîhan di çalakiyê de axivî û  got: “Ez bang li hikûmê dikim ku dest ji polîtîkayên xwe yên ne cezakirinê berde.” 
 
Dayikên Şemiyê, ji bo aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên cezakirin di hefteya 696’emîn de, li Qada Galatasarayê kom bûn. Çalageran pankarta “Kujer diyarin winda li ku ne?” û wêneyên windayan hatin vekirin. Xizmên windayan û parlamenterê CHP’ê yê stenbolê Sezgîn Tanrikulu beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de ji bo Suleyman Cîhan ê di 29’ê Tîrmeha 1981’an dibin çavan de hat winda kirin edalet hat xwestin û pirsa kujerên wî hat kirin.
 
Parlamenterê CHP’ê Tanrikulu di çalakiyê de axivî û wiha got: “Dostên me 37 sallin li edaletê digerin. Gelek bedel hatin dayîn. Piştî 37 salan dîsan OHAL û rewşa awarte heye. Ger îro em vê rewşê dijîn, yekem berpisiyarên vê daraze. Ji ber ku daraz ne serbixwe û bêalî tevberiya, di heman demê de nekarî maf biparêze û bibe alîgirê maf paraziyê. Ligel van hemûyan em îro dîsan li vê qadêne û me tu carî baweriya xwe neşikand. Emê hêviyên xwe ne di parlamentoyê de, li qadan zêdetir bikin.”
  
Xwişka Hayrettîn Eren ê dibin çavan de hat winda kirin Îkbal Eren jî, diyar kir ku ger wê demê mirov bihatan parastin,  îro dê rastî derbiketana holê û edalet dê pêk bihata. 
  
Biraya Suleyman Cîhah û di hemana demê de yek ji parêzerên dosyayê Ahmet Cîhan jî, axivî û wiha got: “Piştî windakirina Cîhan, 85 roj şûn de me bedena wî ya îşkencekirî dît. Her heftê em li vê derê pirsa kujerên windayên xwe dikin. Tiştekê ku neyê zanîn tuneye. A rast kujer û rayedaran dernaxin pêşberî darazê. Wan ji darazê vedişêrin. Dewletê ew bi zirxê necezakirinê parastinê. Dosyeya Suleymanê me, mînake biçûk a vê reşê ye. Ez bang li hikûmetê dikim. Aqûbeta windayên me eşkere bikin û ji bo berpirsiyar bên cezakirin, dest ji polîtîkayên necezakirinê berdin.”
 
Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Prz. Gulseren Yolerî daxuyaniya vê hefteyê da û ji bo bavê 2 zarokan Suleyman Cîhan ê 31 salî daxwaza edaletê kir. 
 
Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.