Hat xwestin ku Fatma Ozbay bê berdan
- 15:46 28 Tîrmeh 2018
- Rojane
STENBOL - Parazvanên mafê mirovan di çalakiya “Rûniştina F” a hefteya 331’emîn de, xwestin Fatma Ozbay a bi pençeşêra pêsîrê, bê berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyan di hefteya 331’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li Qada Galatasarayê li dar xist. Komîsyonê di çalakiya vê heftê de bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Fatma Ozbay.
Endama Komîsyonê Mukaddes Şamîloglu, di çalakiyê de axivî û wiha got: “Êrîşên li girtîgehan pir zêde bûne. Li girîgehan lêgerîn tazî ferzî malbat û girtiyan dikin. Girtiyên van pêkanînan qebûl nakin rastî tundiyê tên. Binpêkirinên mafan yên weke li ser piyan jimartin, sîrgûn kirin, îşkence, pirtûk qedexe kirin, mafê agahî girtinê asteng kirin û hwd li girtîgehan tên jiyîn.
Mukaddes, bal kişand ser rewa girtiya nexweş Fatma Ozbay û wiha bilêv kir: “Girtiya 53 salî Fatma Ozbay a li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Erziromê dimîne, her ku diçe rewşa wê girantir dibe. Di sala 1997’an de cezayê muebata giran dan Fatma. Di meha Gulana 2018’an de teşhîsa pençeşêra pêsîrê ji bo Ozbay hat danîn û hat emeliyatkirin. Piştî emeliyatê pêsîra Fatma Ozbay jêkirin, lê dîsan jî baş nebû û nexweşî li bendena wê belav dibe. Bijîşk ferman da ku dest bi pêvajoya kemoterapî bikin. Lê rayedarên girtîgehê bi hincetên cuda Fatma nebirin nexweşxanê. Ji bo Fatma bi awayekê tendurist bê derman kirin divê bê berdan û demildest dest bi kemoterapiyê bike. Heya dermankirina Fatma bê bidawî kirin, em dixwazin cezayê wî bê talûqkirin.”
Mukaddes, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo ku Fatma û hemû girtiyên nexweş bên derman kirin em dixwazin bên berdan.” Piştî axaftina Mukaddes çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.