Xizmên windayan di hefteya 494'an de li aqubeta Nihat Aydogan pirsîn
- 15:40 28 Tîrmeh 2018
- Rojane
AMED - Şaxa ÎHD'a Amedê û xizmên windayan di hefteya 494'an a çalakiya xwe de li aqubeta Nihat Aydogan ê ku 24 sal berê di bin çavan de hat windakirin, pirsîn.
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan bi dirûşma "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" çalakiya xwe ya rûniştinê ya 494'an li hinda Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê pêk anîn. Alîkarê Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Racî Bîlîcî, Rêveberên Şaxa ÎHD'a Amedê, xizmên windayan û aktivîstên mafên mirovan beşdarî çalakiya rûniştinê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de li aqubeta Nihat Aydogan ê ku di 20'ê Mijdara 1994'an de hat binçavkirin û dawiyê tu agahî jê nehat girtin, hat pirsîn.
'Dê kujer li pêş darazê hesab bidin'
Serokê ÎHD'ê ya Şaxa Amedê Abdullah Zeytun daxwaza darizandina kujeran dubare kir û got ku têkoşîna wan ev 494 hefteye ku didome. Abdullah got:"Me wekî parêzkarên mafên mirovan ji bo lêkolînkirina binpêkirina mafan berxwe da. Lê îktidara heyî destûr neda vê yekê. Lê em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin."
'Ji ber tundiya leşkeran devê keça wê ket tev'
Piştre çîroka Nihat Dogan ê ku di sala 1994'an de di bin çavan de hat windakirin ji aliyê Parêzerê Komisyona Windayan ê Şaxa ÎHD'a Amedê Hasan Yalçin ve hat parvekirin.
Hasan diyar kir ku di sala 1994'an de leşker û cerdevanên ku li Qereqola Jandermeya Navçeya Midyadê peywirdar bûn bi ser mala Nihat Aydogan de girtin û got:"20-30 leşkerî û cerdevanî girtin ser mala Nihat û ew ji nav livînan derxistin û li pêş çavên zarokên wî derb kirin. Dest û lingên Nihat girê dan û çong lê tewandin. Ji ber vê tundiya leşker û cerdevanan devê keça Nihat a 12 salî ket tev."
'15 rojan îşkence lê kirin'
Hasan da zanîn ku Nihat li Qomutantiya Jandarmaya Navendê ya Amedê bi îşkenceyên tund û muameleyên li dijî mirovatiyê rû bi rû hatiye hiştin û wiha domand:"15 roj şûnde jandarmayê zor da Nihat ku li muhtar bigere û bibêje ez ê werim malê. Lê piştî wê telefonê êdî agahî ji Nihat nehat girtin. Halime Aydogan dema ku ji hevserê xwe agahî negirt çû qereqolê û qereqolê ev bersiv da Halimeyê 'Me hevserê te serbest berda. Ew niha derketiye serê çiyan. Here li ser çiyan li hevserê xwe bigere'. Halimeyê herî dawî bi daxwaznameyekê serî li Serdozgeriya Komarê ya Midyadê, da. Lê ji dozgeriyê jî encamek nehat girtin."
24 sal derbas bû
Hasan da zanîn ku ji ber ku gundî ji qereqolê ditirsiyan ji Halîme û zarokên wê re nebûne alîkar û wiha got:"Gundiyan demek şunde ji Halîme û zarokên wê re got gerek hûn ji gund derkevin. Piştî vê gotinê Halime tevî zarokên xwe çû Stenbolê ba xizmên xwe. Nihat dema ku hat binçavkirin 32 salî bû. Ji ser windakirina wî 24 sal derbas bû û hîn jî agahî jê nehatiye girtin."
Çalakî piştî daxuyaniyê bi rûniştina 5 dk'ya bi dawî bû.