Ji RTUK'ê ji bo Zarok TV'yê cezayê stranê

  • 09:38 28 Tîrmeh 2018
  • Rojane
ENQERE - Ji aliyê RTUK'ê li Zarok TV'yê ji ber du stranan ceza hat birîn. Her wiha cezayê sekinandina 5 bernameyan hat dayin. 
 
Saziya Bilind a Televizyon û Radyoyê (RTUK) li Zarok TV'yê ceza birî. Li gor nûçeya Cumhuriyetê di bernameyek ku di 17'ê Adarê de hat weşandin de zarokan strana "Gula min Cizîra Botan e" gotibûn. Li rapora RTUK'ê ev stran wekî "Kurdistan; serîhildana rojhilat, serîhildana Nisêbînê" hat wergerandin. 
 
Di bernameyek 20'ê Adarê de zarokekî dîsa strana "Kurdistan pir şêrîn e" got. Li gor rapora RTUK'ê ev stran jî sûc hat hesibandin û ceza lê hat birîn.