Berxwedêrên komkujiya Qamişloyê hatin bîranîn
- 09:18 28 Tîrmeh 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Li bajarê Qamişloyê di salvegera duyemîn a şehadeta 62 berxwedêrên komkujiya Qamişloyê de li cihê komkujiyê bi merasîm hat lidarxistin.
Beriya du salan li bajarê Qamişloyê li ser riya Amûdê li hemberî Asayîşa Xerbî di saetên 09.25' an de bi kamyoneke bombebarkirî komkujî pêk hat. Di encama komkujiyê de 62 kesî jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 176 kes jî birandar bûn.
Meclîsa Malbatên Şehîdan di salvegera duyemîn a berxwedêrên komkujiya bajarê Qamişloyê de, li taxe Xerbî cihê bûyerê saet:18.00‘an de merasîma bîranînê li dar xistin.
Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û gundewarên wê dikanê xwe girtin û tevlî merasîmê bûn. Malbatên şehîdên teqînê bi wêneyên berxwedêran tevlî merasîmê bûn.
Li cihê bûyerê wêneyên 62 berxwedêran, wêneyên Rebêrê PKK'ê Abdullah Ocalan û ala TEV-DEM ê hat daleqandin.
Merasima bîranînê ji bo kesen ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqayêk rêzgirtin dest pê kir.
Piştrê li ser navê Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Elî Omar di kesayeta 62 berxwedêrên komkujiya bajarê Qamişlo de hemû berxwedêrên Kurdistanê bi bîr anî û sersaxî ji malbatên berxwedêran re xwest.
Her wiha endamê Meclîsa Kantona Qamişlo Fatma Tahîr komkujiyî şermezar kir got; “Bûyerên wiha tu carî vîna gelê me naşkîne. Dijminên hov negihaşt armanca xwe. Li dijî hemû êrîşan em dev ji axa xwe bernadin. Heya dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li pey mafê xwe bin.”
Yek ji welatiyên bajêr ê bi navê Raman Hesê çîroka ‘Behna Xwînê’ku li ser komkujî Qamişlo nivîsandibû xwend.
Helbestvanên bi navê Abdulqadir Kurd û Hesen Hesen jî ji bo bîranîna 62 berxwedêrên bûyerê helbest xwendin.
Meclîsa Malbatên Şehîdan 62 wêneyên berxwedêrên di teqîna Qamişloyê de jiyana xwe ji dest dan radestî malbatên wan kirin.
Dawiya merasîmê de 62 mûm li cihê bûyerê hat pêxistin.