3 hezar jinên hatine desteserkirin nayê zanîn li ku ne

  • 09:08 28 Tîrmeh 2018
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Ji Platforma Têkoşîna Ji bo Jinên Hatine Desteserkirin Gulcîhan Şîmşek, diyar kir ku 3 hezar jinên li Şengalê ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine desteserkirin hîna jî cihên wan nayê zanîn û bi wesîleya Roja Çalakiya Navneteweyî ya Li Dijî Qirkirina Jinên Navneteweyî ya di meha Tebaxê daxwazên xwe dubare kir.
 
Kongreya Jinên Azad (KJA) ya bi KHK’ê ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hat girtin û pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ve ji bo jinên ji aliyê DAIŞ’ê ve bi zor hatibûn desteserkirin, Platforma Têkoşîna Ji bo Jinên  hatine Desteserkirin hat avakirin. Platfromê li Şengal û Bakurê Sûriyeyê serdan pêk anîn û der barê jinên destê DAIŞ’ê de agahî kom kirin. Hinek jin û zarokên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn girtin û rastî îstîsmara zayendî hatibûn, ji Başurê Kurdistanê anîn Amedê û li navendên rehabîlîtasyonê piştgirî danê.
 
Platforma ji roja hatiye avakirin îmze avêt xebatên girîng û di 2016’an de ji bo 3’ê Tebaxê bibe  ‘Roja Çalakiya Navneteweyî ya Li Dijî Qirkirina Jinên Navneteweyî’ bang kir, di vê esasê de xebatên xwe meşand.
 
‘Cihê 3 hezar jinî nayê zanîn’
 
Endama Platformê Gulcîhan Şîmşek der barê xebatan de agahî da û got tiştên di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê hatine jiyîn qirkirina jinê bûye û di êrîşê de bi hezaran jin û zarok hatine qetikirin, bi hezaran jî hatine revandin. Gulcîhanê wiha berdewam kir: “Jinên bi zor hatin girtin, li bazaran wek kole hatin firotin. Hîna bi hezaran jin di destên DAIŞ’ê de ne.”
 
Gulcîhanê balkişand ser rewşa jin û zarokên li kampên Tirkiyeyê hatine bicihkirin û got hîna jî cihê 3 hezar jinî nayê zanîn.
 
Gulcîhanê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku komkujiya hatiye jiyîn ji dewletan ne serbixwe ye û hîna jî êrîş berdewam dikin. Gulcîhanê wiha berdewam kir: “Em li dijî van êrîşan li cem gelê Êzidî ne. Em van êrîşan qebûl nakin. Divê em ji vê hovîtiyê re bêjin bes e. Wê semîner û panelên me hebin. Di 3’ê Tebaxê de saet di 11.00’an de bi awayekî hevdem em ê daxuyaniyekê bidin û deqeyekê sekna bêdeng bikin û kurdeleyên reş girêdin.”