Fîlîz Kerestecîoglu: Li Tirkiyeyê tiştê pêwîst guhertina pergala dadgeriyê ye
- 09:02 28 Tîrmeh 2018
- Rojane
Zeynep Durgut
WAN-Li Tirkiyeyê binpêkirina mafên jinan û tundî, îstîsmara zayendî her roj zêdetir dibe. Hetanî niha der barê sekinandina îstîsmarê bi tu awayî qanûnên girîng nehatine derxistin. Der barê, Wezareta, Zarok û jinê û qanûna îstîsamara zayendî de Parlementera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu axivi.
Li Tirkiyeyê îstîsmara zayendî û tundiya li ser jinan her roj zêdetir dibe. Di parlementoyê de hetanî niha bi tu awayî gavên girîng nehatine avêtin. Der barê Wezareta Jin û Zarokan û qanûna îstîsmara zayendî de Parlementera HDP'ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecioglu nirxandin kir. Fîlîzê diyar kir ku niha pirsgirîka Tirkiyeeyê ya herî mezin îstîsmara zayendî ya li dijî jinan û qetilkirina jinan e.
'Em di avakirina wezareta jinan de bi israr in'
Fîlîzê di berdewamiya axiftina xwe de da zanîn ku ew di mijara avakirina wezaretiya jin û zarokan de bi israr in û wiha axivi;" Pirsgirîka Tirkiyeyê a herî mezin qetilkirina jinan û li hemberî vê tunehesibandina polîtikaya jinan e. Niha Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî wekî yek nîşan dane. Ev jî tê wateya tune hesibandina pirsgîrîkên jinan û nedîtina wan. Em di avakirina Wezreta Jinan de bi israr in. Ji ber ku li Tirkiyeyê pêdivî bi wezareteke bi vî rengî heye. Wezareta Jinan dikare pirsgirîkan yek bi yek çareser bike. Di Wezareta Tendirustiyê de qadên ku jinan eleqeder dikin, jin tê de nehatine dîtin. Wezareta Derdorê heye. Mînak, jin nikarin bi şevê bi awayekî azad bigerin. Ji her qadekê wezaret dikare pirsgirîkan bibîne û ji Wezareta jinan re ragihîne. Bêgûman em nabêjîn ku dê bi wezaretê her pirsgirîkêk bê çareserkirin. Di vî warî de pêdivî bi israkirina jinan û têkoşîna jinan heye."
'Biryarên dadgehê pirsgirêkê çareser nakin û mezintir dikin'
Fîlîzê bal kişand ser îstîsmara zayendî û got ku li hemû qadan zarok tên îstîsmarkirin û wiha berdewam kir;"Me di heman mijarê de ji bo parastina mafên zarokan ji gavên girîng avêtin. Li Tirkiyeyê îstîsmara zarokan bi her awayî zêde dibe. Ev yek li Tirkiyeyê ne tenê ji bo zarokên kurd derbasdar e. Di demên borî de biryara ku ji Dadgeha Bilind derket herkesî dît. Zarokeke ji Suriyeyê 13 salî tê zewicandin. Piştî ku zarok bi îstîsmara zayendî re rû bi rû dîmîne, ducanî dimîne. Biryara dadgehê ya ku ji bo sucdaran hatiye dayîn bi rastî bi tena serê xwe pirsgirîkeke mezin e. Di biryara ku dadgehê da de hat diyarkirin ku li welatên wan zewicandina zarokan ne qedexeye û malbata zarokê û mêr nehat sûcdarkirin. Ev biryar tê wê wateyê ku jiyana bi hezaran zarok û jinan bi van biryaran hilweşe. Vê yekê em tu car qebûl nakîn.Biryarên ku dadgeh didin, ji kêmkirina pirsgirîkê zêdetir, pirsgirîka heyî zêde dike. Ji ber van pêkûtiyan pêdivî bi wezarata jinan heye. Em ne xwediyên zarokan e, lê em dikarîn mafên wan biparêzin. Piştî ku zarok bi îstîsmarê rû bi rû ma tu wateya xwedîderketinê tune. Mirov nikare îstîsmara zarokan tenê wekî ya zayendî bigire dest. Gelek cûreyên îstîsmarê hene, di nav mal de tundiya ser zarok, xebitandina zarokan ev hemû îstîsmar e.
'Ji têkoşînê wêdetir tu çare tune ye'
Fîlîzê bi lêv kir ku ew ê li hemberî îstîsmar û tundiyê li her qadên jiyanê têkoşîna xwe bidomînin û wiha pê de çû;"Em wekî HDP'ê em ê xebatên xwe yên bi vî awayî bidîn meşandin û têkoşîna me dê her tim berdewam bike. Ji ber ku wekî hemû gelên cîhanê gelên Tirkiyeyê jî di parlementoyê de û di her qadên jiyanê de ji têkoşînê zêdetir çareya wan tune ye. Em jî wekî parlementerên HDP'ê heta dawî em ê bibîn dengê pirsgirîk û çareserkirinê. "
'Li Tirkiyeyê a herî pêwîst guhertina pergala dadgeriyê ye'
Fîlîzê di dawiya axiftina xwe de bal kişand ser qanûna ku ji bo îstîsmara zayendî hatiye derxistin û got ku xesandina kîmyevî ne çareseriye û wiha got:"Ew qanûna ku ji bo îstîsmara zayendî hatiye derxistin, ne çareserî ye. Îktîdar bi vê biryarê dixwaze deng û bertekên civakê bide rawestandin. Bi vê biryarên mijûlkirinê ne. Ji xwe ew cezayên heyî bilind in. Gava ku em wekî hiqûqnas lê dinêrîn di salên 2002-2005'an de me gelek têkoşîn da ku ev cezayên bilind bên dayin. Li Tirkiyeyê ya herî pêwîst ew e ku pergala dadgeriyê bê guhertin. Ew cezayên ku niha hene têra cezakirinê dikin. Lê tu îstîsmarkar nabêje ku 'Ger ez wisa bikim ez ê cezayê darizandinê bigirim ji ber wê ez wisa nekim' wisa nabê jî. Ger ku îktîdar li hemberî îstîsmara jinan dengê xwe bilind neke û ji gotinên ku jin û mêr ne wekhev in dibihîze re dengê xwe neke pirsgirêk nayê çareserkirin."
Herwiha Fîlîzê tundiya li dijî ajalan jî bi bîr xist û wiha dawî li axafitna xwe anî: "Niha wekî li ser mirovan li ser ajalan jî zilmeke mezin heye. Der barê parastin û mafên ajalan de qanûn tune ne. Ji bo vê jî tu xebat tune ne. Divê em ji van tengasiyan re bibîn deng. Em ê vê teqez biguherînîn. "