ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2018'AN

  • 09:00 28 Tîrmeh 2018
  • Rojev
*Li Tirkiyeyê binpêkirina mafên jinan û tundî, îstîsmara zayendî her roj zêdetir dibe. Hetanî niha der barê sekinandina îstîsmarê bi tu awayî qanûnên girîng nehatine derxistin. Der barê, Wezareta, Zarok û jinê û qanûna îstîsamara zayendî de   Parlementera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu axivi.  DÎMEN HEYE
 
*Endama Lijneya Rêveberiya DTSO’yê û karsaz Nevîn Îl diyar kir ku bêpergaliya newekheviya zayendê herî zêde di qada aboriyê de tê dîtin û wiha got: “Jin di qada aboriyê de tune tên hesibandin, di navendên hilberandina polîtîkayan de jî cih nagirin.  Di rêveberiyên tên hilbijartin de jî jin nayên dîtin.” DÎMEN HEYE
 
*Li Sîlopiyê santrala termîkê ya di 2009’an de ket faliyetê û aydê Koma Enerjiyan a Cînere, rê li rîska ku zarok ji ber jinan diçe vedike. Her wiha nexweşiyên pençeşêr û dil jî her diçin zêde dibin. DÎMEN HEYE
 
*Ji Platforma Têkoşîna Ji bo Jinên Hatine Desteserkirin Gulcîhan Şîmşek, diyar kir ku 3 hezar jinên li Şengalê ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine desteserkirin hîna jî cihên wan nayê zanîn û bi wesîleya Roja Çalakiya Navneteweyî ya Li Dijî Qirkirina Jinên Navneteweyî ya di meha Tebaxê daxwazên xwe dubare kir. DÎMEN HEYE
 
*Sawunên nebatî ku cara ewil ji aliyê jinan ve hatiye kîfşkirin, di roja me ya îro de jî ji gelek nexweşiyan re şîfa ye.
 
*Endamên Kongreya Starê yên ku beşdarî 2'yemîn Konfreransa Kongreya Starê ya li Şehbayê bûn diyar kirin ku di konferansê de biryarên girîng hatin girtin û gotin ku ew ê têkoşîn û xebat bidomin.