TJA'yê derbarê Komkujiya 3'yê Tebaxê de daxuyanî da
- 15:38 27 Tîrmeh 2018
- Rojane
AMED - Tevgera Jinên Azad TJA derbarê Komkujiya li Şengalê a 3'ê Tebaxê de daxuyanî da .TJA'yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hîna 3 hezar û 500 jin Hêsîr in û wiha got: "Em bang dikin ku rewşa jinên ji Şengal û cîhanê hêsîr hatine girtin, kolekirin û qetilkirin bê dîtin."
Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê 3'ê Tebaxa 2014'an salvegera Komkujiya Şengalê de daxuyaniyeke nivîskî da. TJA'yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku netewdewleta ku yek ji piyên herî girîng ên modernîteya kapîtalîst e, ji bo cewherê civakîbûnê vala bike li dijî jinan hemû cure êrîş pêk tîne û di berdewamiya daxuyaniya xwe de ev tişt got: "Hercure êrîşên li di di pergala kapîtalîst de li dijî jênan pêk tên ne rasthatin in. Netewên cuda ku bingeha civaka xwezayî ne û berxwedana jinan a azadiyê ji bo netewdewletê wekî tehdît tê dîtin."
TJA'yê bi bîr xist ku di ser Komkujiya li Şengalê ku şerma mirovahiyê ye re 4 sal derbas bûn û wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: "Wekî ku tê zanîn dewletên paşverû yên li herêmê bi piştevanya hêzên emperyalîst li herêmê piştgirî dan DAÎŞ'ê û DAÎŞ'ê jî li Şengala ku wargeha kurdên êzidî ye di 3'yê Tebaxa 2014'an de êrîş kir, Şengal dagir kir û gelê Şengalê di qirkirinê re derbas kir. Çeteyên DAÎŞ'ê ku Şengal dagir kirin li ser gel li navenda bajêr, navçe û gundên wê soza bi xwe ve girêdanê ferz kir û kesên ku ev soz qebûl nekirin di qirkirinê re derbas kirin. Di encama van êrîşên hovane yên li ser kurdên êzidî de bi giştî 6 hezar jinên êzidî û zarok wekî destkeftiyên şer hêsîr hatin girtin, bi êrîşa zayendî ya çeteyan re rûbirû man û piştre jî li bazara koleyan wekî koleyên seksê hatin firotin. Li girtîgehên ku jinên êzidî lê hatin girtin zarokên ku ji dayika xwe bûn bi darê zorê ji ber dawa dayika xwe hatin girtin û bi çarenûseke ku nayê zanîn re rûbirû hatin hiştin."
'HÎNA 3 hezar û 500 jin hêsîr e'
TJA'yê diyar kir ku hîna di destên DAÎŞ'ê de 3 hezar û 500 jinên kurd ên êzidî hene û ev tişt li daxuyaniya xwe zêde kir: "Çeteyên DAÎŞ'ê bi qirkirina li ser kurdên êzidî nehatin ser, keç û jinên êzidî wekî destkeftiyên şer rehîn hatin girtin û di qirkirinê re hatin derbaskirin."
'Dijminantiya li dijî jinê di qirkirina jinên êzidî de xwe da der'
TJA'yê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got ku li gel hemû êrîş û qirkirinan, li Şengalê disa di pêşengiya jinan de berxwedaneke bê hempa derket holê û wiha got: "Berxwedana ku hat kirin nîşan da ku jin tucarî mexdûriyetê qebûl nakirin û rastiyeke jinan a xweparastin û berxwedanê heye. Di serî de DAÎŞ'ê çeteyên hov li Kobanê, Şengalê, Minbiçê û li Rakkayê rastî berxwedana jinan a ku di encmaê de têk çûn hatin."
'Bila 3'yê tebaxê li dijî qirkirina jinan bibe roja çalakiyan'
TJA'yê wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Em wek Tevgera Jinên Azad (TJA) dibêjin ku ji ber destpêkirina êrîşên li hemberî Şengalê, bila roja 3’ê Tebaxê wek “Roja Çalakiyan a Navneteweyî ya li dijî qirkirina jinan bê îlankirin ."