Derbarê mirina Nesrînê ya di girtîgehê de lêpirsîn
- 13:52 27 Tîrmeh 2018
- Rojane
ENQERE - Wezîrê Dadê, derbarê mirina Nesrîn Gençosman a li girtîgehê ji ber zatûrê jiyana xwe ji dest da de, lêpirsîn vekir.
Nesrîn Gençosman, di hefteyên derbas bûyî de li Girtîgeha Orduyê jiyana xwe ji dest dabû. Hat îdîakirin ku Nesrînê li girtîgehê nexweş bû û ji ber dermanên wê nehatin dayîn, jiyana xwe ji dest da. Wezîrê Dadê derbarê mirina Nesrînê de lêpirsîn da destpêkirin.
Parlamenterê HDP’ê yê Kocaelî Omer Faruk Gergerlîoglu, di hefteya derbas bûyî de ji bo Wezîrê Dadê Abdullhamît Gul bi bersivîne mijar birûbû Meclîsê. Li gorî agahiyên Gergerlîoglu dan, derbarê mirina Nesrînê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Omer Faruk, piştî mirina Nesrînê, ji bo lêkolîn bike daxwazname dabû Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan.
Nesrînê ya 30 salî, piştî mehek bi ser girtina wê re derbas bû, li girtîhê jiyana xwe ji dest dabû.