Konferansa Navneteweyî a Polîtîkaya Perwerde ya Tenduristiyê didome

  • 10:47 27 Tîrmeh 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - 2'emîn Konferansa Navneteweyî ya Polîtîkaya Perwerde ya Tenduristiyê di roja xwe ya duyemîn de dewam dike.
 
Li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a Bajarokê Rimêlana girêdayî navçeya Girkê Legê ya Kantona Qamişloya herêma Cizîrê 2'emîn Konferansa Navneteweyî ya Polîtîkaya Perwerde ya Tenduristiyê di roja xwe ya duyemîn ket roja xwe ya duduyan. Bi sedan delege, mêvanê sazî û dezgeyên sîvîl û rêveberiyên xweser beşdarî konferansê bûn. Konferans di roja duyem de jî bi rêzgirtinê dest pê kir. 
 
Bernameya roja duyem wiha ye:
 
Pêşkêşkirina polîtîkayên perwerdeyî yê tenduristiyê û beşên wê dê werin nîqaşkirin. Dê li pêşniyaran bên guhdarkirin û bêyin nirxandin.