'Hêvî û xeyalên me bi têkoşîna jinê tên parastin'
- 09:03 26 Tîrmeh 2018
- Rojane
Sorgul Şêxo
TIL TEMIR - Hêza parastina jin û civakê her ku diçe zêde dibe. Endamên Parastina HPC-JIN'ê di bin navê komîteyên parastinê yên komînan de tax û gundên bajarên xwe diparêzin.
Di bin navê komîteyên parastinê yên komînan de HPC-JIN hat avakirin. Peywirdarên komîteyên parastinê ji tax û gundên xwe berpirsiyar in. Li Til Temirê hêza parastina jinê her ku diçe xurt dibe û jin li dijî hemû cureyên êrîşan xwe, tax û gundên xwe diparêzin. Hêzên Parastina HPC-JIN'ê yên li Gundê Um-Elkeyfê gotin:"Em ê heta dawî axa xwe biparêzin."
Endama HPC-JIN'ê Fatimê Xalîd ku dayika 4 zarokan e diyar kir ku ew ji dil û can gundê xwe û bajarê xwe diparêze û got:"Heger mirov nikaribe welatê xwe biparêze dê nikaribe kesayeta xwe jî biparêze. Ji bo jiyanek ewle ya ji bo zarokên me û gelê me em ji dil û can dixebitin û em ê heta dawî gundê xwe û bajarê xwe ji dagirkeran biparêzin."
'Jin xwedî hêz û îradeyek xurt e'
Jina bi navê Ayîşa Hisên da zanîn ku bi saya Hêzên Parastina Jinê xwe ewle hês dikin û wiha got:"Di cîhanê de her zindiyek bi awayekî cuda xwe diparêze. Mirov jî mecbûr e ku li dijî êrîşan xwe biparêzin. Jina Kurd jî xwedî hêz û îradeyek xurt e û niha gund û bajarên xwe ji desthilatdar û talûkeyan diparêzin."
'Hêvî û xeyalên me bi têkoşîna jinê tê parastin'
Jina bi navê Nofa Birahîm jî da zanîn ku ew bi saya Hêzên Parastina Jinê bi rehetî radizên, aram in û got:"Ji bo têkoşîn û parastina Hêzên Parastina Jinê em spasiyên germ pêşkeş dikin. Bi saya wan em natirsin. Em ê jî heta dawî piştgiriyê bidin Hêzên Parastina Jinê. Hêvî û xeyalên me bi têkoşîna jinê tên parastin."