'Azadiya Abdullah Ocalan azadiya civakek demokratîk e'
- 09:02 26 Tîrmeh 2018
- Rojane
Cudî Zêno-Lîlav Elî
ŞEHBA - Endamên Rêveberiyên Xweser ên Herêma Efrînê anîn ziman ku pêwîstî bi azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heye û gotin:"Azadiya Rêber Apo wekî nan û avê girîng e. Rêber Apo sembola jiyana me ya azad e."
Endamên Rêveberiyên Xweser ên Herêma Efrînê derbarê azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girîngiya ku daye Saziyên Rêveberiyên xweser de axivîn û gotin:"Azadiya Abdullah Ocalan azadiya civakek demokratîk e. Rêber Apo ji bo jinê têkoşînek mezin daye û rêya ronahiyê ji bo jinê nîşan daye. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê ji bo Rêberê xwe têbikoşin."
Endama Rêveberiya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê Wehîde Mohemed Birîmko da zanîn ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girîngiyek mezin dida xebata jinê ya di nava saziyan de û got:"Rêber Apo digot azadiya jinê azadiya civakek bindest e û girîngiyek mezin dida jinê. Di nava hemû parêznameyên xwe de behsa azadiya jinê kiriye. Divê em fikrên Rêberê xwe bi cîhanê bidin naskirin. Rêberê me di heman demê de girîngiyê dide xebatên jinan ên di nava saziyan de. Çimkî li gor wî jin çiqas çalak be dê civak ewqas azad û serkeftî be."
'Bi naskirina çanda xwe mirov xwe nas dike'
Wehîdeyê bal kişand ser taybetmendiya ku Abdullah Ocalan dide çandê û wiha dewam kir:"Rêber Apo dibêje dema mirov çanda xwe nas neke nikare xwe nas bike. Bi naskirina çanda xwe mirov xwe nas dike. Loma divê jin di xebatên çandê de jî xwedî rolek girîng be. Rêber Apo xwedî ramanên gelek girîng e. Divê em fikir û ramanên wî li cîhanê belav bikin û ji bo azadiya wî têbikoşin. Azadiya Rêber Apo azadiya jinê û azadiya Gelê Kurd e."
'Azadiya Abdullah Ocalan azadiya civakek demokratîk e'
Wehîdeyê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Hebûna jinan azadiya Rêber Apo ye. Azadiya Rêber Apo jî azadiya jinê ye. Ger ew azad nebe dê civak jî azad nebe. Azadiya Abdullah Ocalan azadiya civakek demokratîk e. Em ê bi têkoşîna xwe Rêberê xwe azad bikin."
'Azadiya Rêber Apo ji bo hemû kesî girîng e'
Endama Rêveberiya Kongreya Star a Navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê Gulê Mohemed Zarîfe jî da zanîn ku ji bo rojên geş û xweş divê Abdullah Ocalan azad bibe û got:"Yê ku azadî bi civakê û bi jinê daye nasîn Rêber Apo ye. Loma azadiya Rêber Apo ji bo hemû kesî girîng e. Rêber Apo ji bo jinê têkoşînek mezin daye û rêya ronahiyê ji bo jinê nîşan daye. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê ji bo Rêberê xwe têbikoşin. Em ê heta dawî şopdarê fikirên wî yên azad bin."