Di konferansa Kongreya Star de biryarên girîng hatin girtin

  • 18:47 25 Tîrmeh 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Di 1'emîn Konferansa Kongreya Star a Kantona Hesekê ku bi dirûşma "Bi rihê Berxwedana Serdemê Şoreşa Jinên Civakî belav bikin" dest pê kiribû de, biryarên girîng hatin girtin.
 
1'emîn Konferansa Kongreya Star a Kantona Hesekê bi dirûşma "Bi rihê Berxwedana Serdemê Şoreşa Jinên Civakî belav bikin" li Eywana Beyîlsanê ya Amûda Kantona Qamişloyê ya Herêma Cizîrê dest pê kiribû. 350 delege, endamên gelek sazî û dezgeyên rêveberiya xweser li eywana konferansê amade bûn. Di 1'emîn Konferansa Kongreya Star a Kantona Hesekê ku bi dirûşma "Bi rihê Berxwedana Serdemê Şoreşa Jinên Civakî belav bikin" dest pê kiribû de, biryarên girîng hatin girtin.
 
Biryarên ku hatin girtin ev in:
 
1- Bi dirûşma 'Em ê pergala îmraliyê parçe bikin serok Apo azad bikin' dê çalakî û xebat bên lidarxistin. 
 
2-Ji bo fikir û ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan belav bibe dê konferans, semîner, civîn û komcivîn bên lidarxistin. 
 
3- Dê komîngeh û navendên nû bên avakirin
 
4) Ji bo azadiya Efrînê dê çalakî, daxuyanî, meş bê lidarxistin. Her wiha çi pêwist bike dê bê kirin. 
 
5) Dê derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê meş, semîner û civîn bên lidarxistin. 
 
1-KOMÎTEYA ABORIYÊ
 
a) Komîteyên nû dê bê avakirin
 
b) Komîn û meclîsên aborî dê bên rêxistinkirin
 
c) Ji bo endamên aboriyê dê perwerde werin lidarxistin
 
2-KOMÎTEYA PERWERDEYÊ
 
a) Dê meclîsa perwerdeyê ya Kongreya Star were avakirin.
 
b) Dê dersa zimên ji bo jinan bê dayin.
 
c) Dê li akademiyan ji bo hemû rêvebiran perwerde bê dayin.
 
3- KOMÎTEYA PARASTİNA CEWHERÎ
 
a) Dê komîn û meclîsên hêza cewherî bên avakirin.
 
b) Dê hejmara asayişê bê xurtkirin.
 
c) Asta komîteya parastina cewherî dê bê xurtkirin.
 
4-KOMÎTEYA DÎPLOMASIYÊ
 
a) Di asta kantonê de dê komîte xwe bi hêz û bi rêxistin bike.
 
b) Bi partiyên dîtir re dê diyalog bê pêşxistin.
 
c) Dê ji bo hemû pêkhateyan têkiliyên germ bê danîn û bê pêşxistin.
 
5-KOMÎTEYA RAGİHANDİNÊ 
 
a) Sazîbûna xweser dê esas bê girtin.
 
b) Rêxistin û perwerde dê bên xurtkirin
 
d) Ji bo qanûnên jinê mala jinê biryarên nû dê bê dayin.
 
7-KOMÎTEYA KEVANA ZÊRÎN 
 
a) Komîn û meclîsên çandî dê bên avakirin.
 
b) Ji bo jinên berxwedêr dê kurtefilîm bên avakirin.
 
c) Çalakiyên danasîna çand û hunerê dê bê kirin.
 
8-KOMÎTEYA TENDURUSTIYÊ
 
a) Dê giraniyê bidin ji bo avakirina meclîsên jinê.
 
b) Ji bo şîrê dayikê û zayina zarokan perwerdê dê bê dayin.
 
c) Dê ji bo jinê broşur bên amadekirin
 
9- KOMÎTEYA HEVJÎNÊN BERXWEDÊRAN
 
a) Biryarên konferansê ,divê bikeve piratîkê .
b) Perwerdekirin û rêxistinkirina hevjînên şehîdan bê pêşxistin û giranî bê dayîn.
c) Ji bo hevjînênên şehîdan derfetên aborî bên avakirin. Ji bo vê jî kongra star û saziya hevjînên şehîdan hevbeş kar û xebatê bidin meşandin .
d) Ji bo hevjînên şehîdan her meh civîn bên li darxistin û li gorî derfetan bên perwerdekirin.
e) Ji bo hevjînên şehîdan perwerdeyên meslekî û hwd. bên dayîn .
 
10-KOMÎTEYA ŞAREDARIYÊ 
 
a) Kar û xebatên xweser di şaredariyê de bên pêşxistin û sazkirin .
b) Di hemû şaredariyan de, mektebên jin bên  çalek-kirin ve pêşxistin .
c) Ji bo jinan di binya şaredariyan de, piroje bên pêşxistin .
d) Di binya hemû şaredariyan de pêwîstiya jin û zarokan esas bê girtin .
e) Zanebûna Ekolojî di civakê de bê pêşxistin û xebat ji bo pêşxistina zanîstekî ekolojîk xebat bêne pêşxistin.
 
KOMÎTEYA JINEOLOJIYÊ
 
a) Komîteyên heremî û yên kantonan bên avakirin.
b) Navendên jineolojî yên lêkolînê bêne rêxistin kirin.
c) Li ser jineolojî re li qad û boyutan kar û xebatên perwerde û lêkolînê pêşxistin.
d) Dîroka jinên Bakurê Sûriye û jinên Ereb were lêkolînkirin û nivîsandin.
e) Danasîna kar û xebatên şoreşa jin.
 
KOMÎTEYA QADA CIVAKÎ
 
a) Qada civakî, wekif, spor, ol û civak, kedkar û hwd. di kantonê de xwe rêxistin dike û li darxistina konferansa xwe dike hedef.
b) Di qada civakî de çalakiyên civakî pêşdixe û hedîqeyên (park) heyî çalak, ango pêş dixe.
 
Konferans niha bi hilbajartinê dewam dike.