Ji Berna Laçîn re ceza hat xwestin
- 14:00 25 Tîrmeh 2018
- Rojane
STENBOL – Ji ber tweeteke wê ya têkildarî darvekirinê ji hunermend Berna Laçîn re ji mehek heta 6 mehan ceza hat xwestin.
Lepirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê yê Anadoluyê ve ji ber tweeteke têkildarî darvekirinê der barê Hunermend Berna Laçîn de hatibû destpêkirin, bi dawî bû. Piştî ku lêpirsîn bi dawî bû ji aliyê serdozgeriyê ve angaştname hat amedekirin. Di angaştnameyê de bi hinceta ‘Bi awayekî zanebûn nirxên olî yên beşeke civakê bicûk xistiye’ bi daxwaza ji mehek heta 6 mehan cezayê girtîgehê, doz li Laçîn hat vekirin.
Çİ GOTİBÛ?
Bernayê li ser hesabê xwe yê medya civakî têkildarî darvekirinê ev tişt nivîsandibû: “Heke darvekirin bibûya çareserî, li ser xaka Medîneyê reqora îstîsmarê nedihat şikandin! Niha min nedin axaftin! Destûr bidin bila êdî mirovên zanîstiyê, norolog, psîkiyatrîst, derûnnas, civaknas û dadnas pêkve çareserî bibînin. Dewlet nikare bi dengê trîbûnan civakê înşa bike.”