1'emîn Konferansa Kongreya Star a Kantona Hesekê dest pê kir
- 12:41 25 Tîrmeh 2018
- Rojane
QAMIŞLO - 1'emîn Konferansa Kongreya Star a Kantona Hesekê bi dirûşma "Bi rihê Berxwedana Serdemê Şoreşa Jinên Civakî belav bikin" dest pê kir.
1'emîn Konferansa Kongreya Star a Kantona Hesekê bi dirûşma "Bi rihê Berxwedana Serdemê Şoreşa Jinên Civakî belav bikin" li Eywana Beyîlsanê ya Amûda Kantona Qamişloyê ya Herêma Cizîrê dest pê kir. 350 delege, endamên gelek sazî û dezgeyên rêveberiya xweser li eywana konferansê amade bûn.
Konferans bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre Endama Koordînasyona Kongreya Starê ya Rojava Zelal Ceger axivî û got:"Ev konferansa ku tê lidarxistin encama serkeftina Şoreşa Rojava ye. Jinan bi her rengên xwe yên cuda li Bakurê Sûriyeyê xwe ispat kirin û sînorên koletiyê, desthilatdariyê bi têkoşîna xwe hilweşandin."
Piştre dîwan hat avakirin. Ji bo rêveberiya konferansê perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin xwendin.
Konferans bi xwendina raporên kar û xebatên salane didome.