'Perwerde bingeha jiyanek serkeftî ye'
- 09:04 25 Tîrmeh 2018
- Rojane
Dîlber Mihemed
SERÊKANIYÊ - Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star a Bajarê Serêkaniyê Rohilat Mislim bal kişand ser bandora rola perwerdeyê ya li ser jiyana jinê û got:"Perwerde ji bo pêşketin û xweparastina jinê gelek girîng e. Perwerde bingeha jiyanek serkeftî ye."
Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star a Bajarê Serêkaniyê Rohilat Mislim derbarê girîngiya perwerdeyê, perwerdekirina jinê û perwerdeya bi zimanê dayikê de anî ziman ku jin xwe bi perwerdeyê nas dike û got ku di vê jiyana ku herî zêde jin tê çewisandin de perwerde ji bo jinê xwedî taybetmendiyek girîng e.
Rohilat Mislim bi lêv kir ku perwerde fikrên jinê pêş dixe û got:"Ji dîrokê heta niha mafên jinê yên rewa hatiye binpêkirin û jin hatiye çewisandin loma rola perwerdeyê ya li ser jinê gelek girîng e. Jin xwe bi perwerdeyê nas dike. Ji bo jin bikaribe mafê xwe biparêze û rêbaza jiyana xwe bi xwe diyar bike perwerde girîng e."
'Jinek azad civakek azad e'
Rohilatê anî ziman ku jinên ku perwerdeyê dibîne nêrîna wan a li dijî jiyanê berfirehtir e û wiha dewam kir:"Jin bingeha civakê ye. Dema ku bi perwerdeyê jin bibin xwedî nêrînek berfireh ev yek bandorek erênî li ser civakê jî dike. Ji bo jinek azad û civakek azad loma perwerde gelek girîng e. Jinek azad civakek azad e."
'Perwerdeya bi zimanê dayikê hêza mirov zêdetir dike'
Rohilatê di heman demê de bal kişand ser perwerdeya bi zimanê dayikê û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Di perwerdeyê de xala herî girîng yek jê perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Perwerdeya bi zimanê dayikê hêza mirov zêdetir dike, bandorek erênî li ser derûniya mirovan dike û kesên ku bi zimanê dayikê perwerde dibin bêtir serkeftî ne. Loma em bang li hemû jinan dikin ku girîngiyê bidin perwerdeyê û beşdarî perwerdeyan bibin. Perwerde ji bo pêşketin û xweparastina jinê gelek girîng e. Perwerde bingeha jiyanek serkeftî ye."