Emîne Şenyaşar ku hevjîn û zarokên wê hatin qetilkirin hat ziyaretkirin

  • 16:03 24 Tîrmeh 2018
  • Rojane
RIHA - Heyeteke ku ji  KCD, HDP, TJA û Dayikên Aştiyê pêk dihat, li Pirsûsê çû serdana malbata esnaf Haci Esvet, zarokên wî Adîl û Celal Şenyaşar ku ji aliyê xizmên parlameterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin.
 
Li Pirsûsa Rihayê Heyeteke ku ji Kongra Civakên Demokratîk (KCD), parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA)  û ji Meclisa  Dayikên Aştiyê pêk dihat, çû serdana malbata esnaf Haci Esvet, zarokên wî Adîl û Celal Şenyaşar ku ji aliyê xizmên parlameterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin.
 
Malbatê heyet li ber derî pêşwazî kir û lorîkên Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du lawên wê hatin qetilkirin demên hestiyar dan jiyîn.  Emîne diyar kir ku malbata Îbrahîm Halîl Yildiz li Pirsûsê hemû karên qirêj dike, wan ev yek gelek caran aniye ziman lê kesekî tu çareserî pêk neaniye. 
 
'Çima lawê min girtin?'
 
Emîne di berdewamiya axafitna xwe de diyar kir ku kesên ji malbata Îbrahîn Halîl Yildiz bi zanebûn li çarşiya pirsûsê welatî tahrîk kirine û jin tacîz kirin, lê kesekî ji wan re dengê xwe dernexistiye. Emîne xwest ku lawê wê Fadil Şenyaşar ê girtî serbest bê berdan û wiha got :"Ez Fadilê xwe dixwazim çima ew girtin. Çima ji yên din tu kesek negirtin .Ger ku lawê min bernedin ez ê bi zarokên xwe yên mayî re li navenda Pirsûsê xwe bişewitînim."
 
Heyeta HDP'ê rexne kir
 
Emîne anî ziman ku piştî komkujiyê jî malbata Yildiz dest ji wan ne geriyaye  û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Malbata Yildiz em tehdît kirin. Me li wan gilî kir lê polîsan zext li me kir."
 
Herwiha Emîne heyeta DPÊ'ê jî rexne kir û ji ber ku HDP'ê ew tenê hişitine gazincên xwe kir. Emîne xwest ku kujerên hevjîn û lawên wê bên darizandin û ev tişt anî ziman: "Ger ku bên cezakirin wê hinekî dilê me rehet bibe û bîhna me fireh bibe."
 
'Em li gel malbatê ne'
 
Piştî Emîneyê Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî û diyar kir ku ew li gel malbata Şenyaşar in û êşa wan parve dikin. Berdan diyar kir ku ji îro û pêde jî ew ê bi her awayî li  gel malbatê bin û şopdarên vê dozê bin.
 
Piştî serdanê heyeta hat avahiya HDP'ê ya Rihayê û di axaftina ku kir de got ku divê malbat tenê neyê hişitin. Piştî axaftinê heyet ji bo ku biçe Pirsûsê ket rê.