Hejmara 10'emîn a Kovara Jînelolojiyê derket
- 15:17 24 Tîrmeh 2018
- Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara Kovara Jîneolojiyê ya 10’emîn derket.
Hejmara Kovara Jîneolojiyê ya zanist û bîrdoziyê ya 10’emîn derket. Kovar bi dosyeya “Etîk Estetîk II: Zimanê Xweşik û Başbûnê, Çalakî û Bîrdoziyê” di refên pirtûkxaneyan de cihê xwe girt. Xwendevan dikarin hejmara dawî ya Kovara ku bi dirûşma “Zanista li derdora jinan bi pêş dikeve, gava rast û ewil a civakbûyînê ye” derket li hemû pirtûkfiroşên bijarte bibînin.
Kovara ku di vê hejmara wê de ji nivîsên gelek nivskar, hunermend û rojnamegeran re cih hatiye dayîn li ser qapaxa wê jî wêneyê Şahmeran heye.