Li Konyayê jinek bi giranî birîndar bû
- 12:51 24 Tîrmeh 2018
- Rojane
KONYA - Li navçeya Meramê mêrê bi navê Yakup Kaya jina bi navê Emine Kaya ku bi wê re zewîcî ye bi giranî birîndar kir. Yakup piştî ku Emine birîndar kir dawî li jiyana xwe anî.
Çekdarbûyina takekesî ya li Tirkiyeyê her roj dibe sedema kuştina hin kesan. Li navçeya Meramê ya Konyayê mêrê bi navê Yakup Kaya bi çeka li mala xwe hevsera xwe Emine Kaya bi giranî birîndar kir û piştre bi heman çekê xwe kuşt.
Di dema bûyerê de xwişka Emineyê Zehra Yaşli li mal bû û gazî peywirdarên tenduristiyê kir. Yakup Kaya tevî hemû mudaxaleyan nehat xelaskirin. Emineya ku bi giranî birîndar bû bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Pêkanîna Perwerdeyê ya Meramê.
Cenazeyê Yakup ji bo otopsiyê şandin morga nexweşxaneyê.