Polîsên ku bi ser malan de digirin di malê de îşkenceyê dikin
- 12:50 24 Tîrmeh 2018
- Rojane
WAN - Li Kurdîstanê zext, îşkence û êrîşên hêzên dewletê bê navber berdewam dikin. Di rojên dawî de di dema serdegirtinên malan de ji aliyê polîsan ve îşkenceya li dijî malbatan zêde bûye. Li taxa Yenimahalleyê di dema serdegirtina malekê de bi seatan ji aliyê polîsan ve li kesên di malê de îşkence hat kirin. Der barê bûyerê de kesên ji heman malbatê ku şahidî ji îşkenceyê re kirin tişta polîsan anî serê wan vegotin.
Li Kurdîstanê zext, îşkence û êrîşên hêzên dewletê bê navber berdewam dikin. Li navçeya Îpekyolu ya Wanê derbarê bûyerkeke ku qewimî û di encamê de 1 jê polîs 3 kesî jiyana xwe ji dest da, malbata şahîn hatibû îşkencekirin û piştre jî hatibû binçavkirin. Piştî vê bûyerê vê carê jî li navçeya Artemêtê malbata Ozer bi heman pêkanînê re rûbirû hat hiştin. Polîsên ku berî bi rojekê bêyî destûra wan a lêgerînê hebe li taxa Yenîmahalle ya Artemêtê bi ser mala malbata Ozer de girt bi îşkenceyê ji heman malbatê 5 kes û jina bi navê Şukran Yildiz binçav ki. Di serdegirtina ku li mala 4 jê zarok 17 kes lê hebûn hat kirin de, Makbûle ya 78 salî , Hadî, Medenî, Ubeydullah Û Emrullah Ozer û jina bi navê Şukran Yildiz 3 saetan hatin îşkencekirin.
'Destûra lêgerîna malê tune bû'
Kesên ji malabta Ozer diyar kirin ku her çiqas destûra lêgerînê tune be jî polîsan tax dagir kirin û gotin ku bi her awayî li wan îşkence hatiye kirin û bûyer wiha hate vegotin:"Ji bo serdegirtina malê destûra lêgerê tune bû. Her çiqas destûra lêgerîna malê tune be jî wan mal dorpêç kiriye û bi hinceta der heqê vê malê de îxbara civîn tê kirin girtine, êrîşî malê kirin. Beriya ku bi bêtêlê anos bikin li ber deriyê cîranên me wesayitên zirxî tên bicihkirin. Cîran ji bo ku agahiyê nedin me bi kuştinê li wan gef hatibû xwearin. Lê bi bihîstina dengê wesayit û bêtêlê re me fam kir ku bi ser mala me de hatiye girtin. li ser anonsa wan a derkevin derve em hemû derketin derve. Mêvanek me ya bi naê şûkran û dayika Malê Makbûleya ku ji ber ji nexweşiyên jinan re dermên xwezayî çêdike her jinek wê nas dike hebû. Piştî ku em derketin derve. Polîsan xwestin ku em îfade bidîn. Em hemû li erdê dirêj kirîn. Ji bo ku birayê min bibe mertal polîsan ew destpêkê xwest. Di wê demê de gotin jineke biyanî heye di malê de ew ki ye? Brayê min jî got ez nas nakim ez nû ji kar hatime. Ji me jî pirsîn, lê ji ber ku mêvan û ji bo dermanê xwzayî ji Makbuleya dayika malê bigire me jî ew baş nas nedkir û me got em nas nakin."
'Li ber çavên me bi seatan îşkence kirin'
Şahîdê bûyerê di berdewamiya axiftina xwe de anî ziman ku bi her awayî îşkenceyeke mezin li ser wan hate kirin û wiha berdewam kir;"Pişt re polîsan ji bo Şukran ango mêvana ku hatiye malê gotin hûn nebêjîn jî em dizanîn ku ew kî ye. Şûkran girtin û li erdî dirêj kirin. Jê nav û paşnavê wê pirskirin. Wê jî bersivand, lê jê re digotin tu derewan dikî ' Şukran' navê te yê kod e. Pişt re li nasnameya wê mêze kirin û hîn bûn ku navê wê yê rast e. Piştre li ber çavên me ew jin bi seatan îşkence kirin. Gava ku Şukran îşkence kirin Makbule Ozer(78) felc derbaskir û êdî nema dikaribû biaxive. Me bertek nîşanî polîsan da ji ber ku li ber çavên zarokan îşkece dikirin. "
'Ger em bixwazin em dikarin we bikujin'
Şahîd da zanîn ku li gel îşkenceyê li zarokan jî gef xwarin; "Xwarziyê min 4 salî ye. Ji ber ku bi çavên xwe ew bûyer dît qîrî û ji ber qêrîna xwarziyê min polîsan gotin 'Wî bêdeng bikin, an na em ê niha bi çekê li wî jî bidin' Piştre Şukran birin odeya jor û bi çekê bi seatan lê dab. Destûr nedan ku em serê xwe rakîn. Zarokê birayê min li hundir mabû. Polîsan gotin bila diya wî here binêre. Zarok ji ber qêrîna Şûkran û îşkenceya lê hem digiriya û hem jî gelek tirsiya bû. Jinbira min got ku gava wê Şûkran dîtiye polîsan bi kulman li wê didan. Gava ku Şukran anîn Şukranê digot 'Min tiştek nekiriye hûn çima wisa dikîn, her tiştek min aşkere ye li wir e vekin binêrin 'Li me dijûn kirin û gefên mîna 'Em bixwazîn dikarîn li vir we bikujîn ew hêza me heye' kirin. "
'Li ser bedena Şûkranê cigare vemirandin'
Şahid di dawiyê de anî ziman ku ji her cûreyeke îşkencelyê li dijî wan pêk anîne û wiha dawî li axaftina xwe anî:;"Gava ku Şukran anîn bi tu awayî nedihate naskirin. Rûyê wê bi pora wê girtîbûn. Em hemû kom kirîn, mêrên malê û Makbûle Ozer (78) salî kirin binçavan û birin emniyetê. Dixwastin ku kaxiza vala bi wan bidin îmzekirin. Gava ku em hatine malê, mal wêran kirî bû. Mal şil kirî bû. Di sarincê de çiqas av hebe, hemû li Şukranê kiribûn. Di erdê bi hezaran îzmarît hebû. Bawerim cigareyên xwe li ser bedena Şukranê vemirandibûn. Li erdê xweliya şil hebû. Bawer im Şukranê li ber îşkenceyê xwe ne girtiye û ji ser xwe çûbû. Ev îşkenceya li dijî mirovahiyê bû û dê di dîrokê de bibe şerma mirovahiyê. Têkiliyên me yên bi parêzeran re berdewam dikin. Niha 6 kes di binçavan de ne. Gava ku rewş aşkere bû, emê der barê van şîkenceciyan de doz vekîn."