Li pêşengeha pirtukan a Qamişloyê semîner hat lidarxistin
- 09:13 24 Tîrmeh 2018
- Rojane
Gulan Amara - Rojda Seyîtxan
QAMIŞLO - Pêşengeha pirtûkan a Huseyîn Şawîs ku li Qamişloyê bi dirûşma "Em xwendinê zindî dibin" hat vekirin, didome. Li pêşengeha pirtûkan a ku rastî eleqeyek mezin hat semîner hat lidarxistin.
Pêşengeha pirtûkan a Huseyîn Şawîs ku li Qamişloyê bi dirûşma "Em xwendinê zindî dibin" hat vekirin, didome. Di pêşengehê de ji hemû herêmên Bakurê Sûriyeyê pirtûk û wêne hatin pêşkeşkirin. Li pêşengeha pirtûkan a ku rastî eleqeyek mezin hat semîner hat lidarxistin. Semîner bi navê "Di wêjeya şoreşgeriyê de jin" ji aliyê Nivîskar Ronak Mûrad hat lidarxistin. Di semînerê de li ser şoreşê û serkeftina jinê hat sekinandin.
Lehengtiya xwe em ê bixwe binivîsin!
Ronakê bal kişand ser rola jinê ya di şoreşgeriyê de û wiha got:" Jinê heta roja me ya îro bi berxwedanek bêhempa têkoşînek mezin ji bo gel, şervan û lehengên xwe daye. Jina Kurd bi sekna xwe bi hêza xwe di şoreşê de xwedî rolek girîng e."
'Ji bo ku rastî bê xwuyakirin divê ku pênûsa jinê bilive'
Ronakê di berdewamiya axavtina xwe de wiha got:"Rêber Apo dibêje ‘jin şer dike azad dibe, azad dibe bedew dibe, bedew dibe tê hezkirin,’ lê hin nivîskarên derve ev jî bi rengekî berovajî anîne ziman û wiha dibêjin: Jina birîndar dibe tê heskirin di vir de jina têkoşer bi gotina wan weke jina birîndar tê hesibandin. Loma ji bo ku rastî bê xwuyakirin divê ku pênûsa jinê bilive. Em jinên nivîskar çand, lehengtî û êşên xwe bi xwe dinivîsin."
Her wiha hêjayî gotinê ye ku heta niha Ronak Mûrad gelek pirtûk li ser şer, lehengtî û dîroka jinê ya di nav şer de nivîsandiye û pirtukên wê bi baldariyek mezin hatine belavkirin.