Îşkenceya di rûniştinê de hat vegotin, li girtîgehê du qat zêde bû
- 09:10 24 Tîrmeh 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Girtiyên Girtîgeha Tîpa T ya Osmaniyeyê, diyar kirin ku her roj rastî îşkenceya sîstematîk tên û banga hestiyariyê kirin. Malbatên girtiyan ku wê serî li ÎHD’ê bidin gotin wê wan tenê nehêlin.
3’emîn rûniştina doza 17 jê zarok 70 kesên di dema qedexeyên derketina derve ya Nisêbînê de di 26’ê Gulana 2016’a de hatin tahlkiyekirin û girtin, taloqî meha cotmehê hat kirin. Girtiyan di rûniştinê de diyar kirin ku heta şerd û mercên girtîgehê baş nebin wê parastinê nekin.
Girtiyên piştî rûniştinê birin girtîgehê dîsa rastî pêkanînên ne baş hatin, bi hevkariya malbatê banga hestiyariyê li rayagiştî kirin. Girtiyên bi taybet li Girtîgeha Tîpa T ya Osmaniyeyê dimînin, gotin ev mehek e ji Abdulkadîr Baybars ku di hucreyê de dimîne agahiyê nagirin. Girtiyan got ji aliyê gardiyanan ve rojê sê cara tên derbkirin û xwestin demildest mudaxale bê kirin.
‘Dixwazin me li vir bikujin’
Dayika Abdulkadîr Baybars Resmiye Baybars got girtiyan diyar kiriye ku beriya rûniştinê agahî negirtine û wiha got: “Kurê min li min geriya û got ev meheke di hucreyê de ye. Kurê min got ew tên derbkirin. Her wiha got ‘dayê dixwazin me li vir bikujin’. Îşkenceyê li zarokên me dikin. Zilm û zext ranaweste. Çi ji zarokên me dixwazin? Xwedê dizane çi bi wan dikin. Gelek îşkence li wan dikin. Bila deng bidin kurê min. Girtiyên din gotin her tim qêrîna kurê min dibihîzin. Em ê biçin ÎHD’ê. Em ê wan tenê nehêlin.”
‘Rojê sê caran tên derbkirin’
Dayika Sîraç Yuksek yê li Girtîgeha Osmaniyê tê girtin, Emşa Yuksek jî wiha got: “Rewşa kurê min jî heman e. Berê hemû di koguşekê de bûn û piştre ji hev kirin. Îşkenceyê li wan dikin. Çi ji destên wan tê dikin. Di telefonê de nikarin ji me re jî bêjin. Rojê sê caran îşkenceyê li wan dikin.”
Şukriye Engîn jî got kurê wê Faruk Engîn hem ji sînga xwe hem jî ji çîma xwe birîndar e lê nayê dermankirin û got: “Xwarinê jî nadin zarokên me. Zarokên me tiştek nekirine. Bêyî delîlên şênber kurê min du sale girtî ye. Bila jib o zarokên me tiştekî bikin. Bila zarokên me bînin vir.”