Pervîn Bûldan li Colemêrgê ye

  • 17:15 23 Tîrmeh 2018
  • Rojane
COLEMÊRG - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û wekîlên HDP’ê çûn serdana Colemêrgê. Buldan, di serdana xwe de xwest Leyla Guven bê berdan. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, Parlamenterên HDP’a Wanê Teyîp Temel, Muazzez Orhan, Murat Sarisaç, Parlamentera HDP’a Mêrdînê Ebru Guney û Parlamenterê HDP’a Colemêrgê Saîd Dede, piştî civîna Wanê hatin Colemêrgê. Buldan û şandeya pêre dest pê kê çûn serdana Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û li vir bi welatiyan re sohbet kirin. Buldan dûr çû serdana dikandarên sûkê û derbarê serdana xwe daxuyaniyek kurt da çapemeniyê. 
  
Pervînê, diyar kir ku di pêvajoya xebatên hilbijartinê de, ji ber rewşa hewayê nekarîn beşdarî mîtînga Colemêrgê bibin û wiha axivî: “Em soz dabû ku em bên serdana Colemêrgê. Îro em bi hevalên xwe ya parlamenter re vaye li Colemêrgê ne. Li Wanê sê rojan em bi hevalên xwe re di kompê de civiyan. Di dema kampê de ji bo me û Birêz Sezaî plansaziya çûyîna serdana bajarên Colemêrg, Agirî û Îdirê hat lidarxistin. Em jî hatin û me xwest em serêkê li gel û dikandarên Colemêrgê bidin.” 
  
Pervînê, da zanîn ku bî awayekê bêmaf Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di girtîgehê de tê girtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelê Colemêrgê Guven hilbijart. Ew vîna vî geliye û niha di girtîgehê deye. Em dixwazin dimildest Guven bê berdan.”
 
Pervînê û şandeya pêre, piştî daxuyaniyê dikandar ziyaret kirin.