Jinên Mamoste li ser komxebatê nêrîna xwe anîn ziman
- 14:18 22 Tîrmeh 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Komxebata Zanîngeha Rojava bi duruşma"zaningeheke azad û demokratîk" bi dawî bû.
Ji jinên ku tevli Komxebata derbarê Zanîngeha Rojava ya xweser bûn mamoste Bêrîvan Mihemed û xwendekar Rewşen Bekî ku nêrînên xwe anîn ziman diyar kirin ku di zanîngehên dewletê de tu rol û mîsyona jinan tune ye.
Mamoste Bêrîvan Mîhemed ku Mamosteya zimanê kurdî ya ku li Fakulteya Perwerdehiyê yê ya Zanîngeha Rojava peywirdar e wiha nêrîna xwe anî ziman:“Di komxebata ku du rojan berdewam kir de mijarên pir girîng hatin nirxandin û nîqaş kirin. Armanca vê komxebatê ew e ku em zaningeheke demokratîk li ser fikreke azad û paradîgmayeke nûh ava bikin."
'Di zanîngeha dewletê de rola jinê tune ye'
Berîvanê, da zanîn ku di zaningehên dewletan de tu rola jînê nîne û wiha pêde çû:"Tu rola jinê di zaningehên dewletan de nîne. Tecrubeya min ya du sê salan a zanîngehê heye, lê di Zanîngeha Rojava de cihê jinê yê taybet heye û bi rengekî herî baş zaningeha me jinê temsîl dike. Divê li zanîngehan rola jinê bêhetir aşkere be û divê ku jin di pergala perwerdehiyê de pêşengtiyê bike."
'Zanîngeha Rojava demokratîk e'
Xwendekar Rewşen Bekî ji Bajarê Kobanê ku xwendekara Akademiya Mezopotamyayê ye jî nêrîna xwe wiha anî ziman û got:“Di vê komxebatê de li ser zaningehên Rojava yên li Efrîn, Kobanê û Cizîrê niqaşên ku wê li ser kîjan rê û rêbazan, danîn û stendin di navbera mamoste û xwendekaran de bê kirin hatin niqaşkirin. Ev cara yekem e ku di cîhanê de zaningeheke azad û demokratîk û xweser tê avakirin."
Rewşenê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku cara yekê ye jin di zanîngehekê de cara yekem e evqas bi awayê aktîf rola xwe dilîze û nêrîn jê tê girtin."