Jinên Mamoste li ser komxebatê nêrîna xwe anîn ziman 2018-07-22 14:18:36   QAMIŞLO - Komxebata Zanîngeha Rojava bi duruşma"zaningeheke azad û demokratîk" bi dawî bû.    Ji jinên ku tevli Komxebata  derbarê Zanîngeha Rojava ya xweser bûn mamoste Bêrîvan Mihemed û xwendekar Rewşen Bekî ku nêrînên xwe anîn ziman diyar kirin ku di zanîngehên dewletê de tu rol û mîsyona jinan tune ye.     Mamoste  Bêrîvan Mîhemed ku Mamosteya zimanê kurdî ya ku li  Fakulteya Perwerdehiyê yê ya Zanîngeha Rojava peywirdar e  wiha nêrîna xwe anî ziman:“Di komxebata ku du rojan berdewam kir de mijarên pir girîng hatin nirxandin û nîqaş kirin.  Armanca vê komxebatê ew e ku em zaningeheke demokratîk li ser fikreke azad û paradîgmayeke nûh ava bikin."   'Di zanîngeha dewletê de rola jinê tune ye'    Berîvanê, da zanîn ku di zaningehên dewletan de tu rola jînê nîne û wiha pêde çû:"Tu rola jinê di zaningehên dewletan de nîne. Tecrubeya min ya du sê salan a zanîngehê heye, lê di Zanîngeha Rojava de cihê jinê yê taybet heye û bi rengekî herî baş zaningeha me jinê  temsîl dike. Divê li zanîngehan rola jinê bêhetir aşkere be û divê ku jin di pergala perwerdehiyê de pêşengtiyê bike."    'Zanîngeha Rojava demokratîk e'   Xwendekar Rewşen Bekî ji Bajarê Kobanê ku xwendekara Akademiya Mezopotamyayê ye jî nêrîna xwe wiha anî ziman û got:“Di vê komxebatê de li ser zaningehên Rojava yên li  Efrîn, Kobanê û Cizîrê niqaşên ku wê li ser kîjan rê û rêbazan, danîn û stendin di navbera mamoste û xwendekaran de bê kirin hatin niqaşkirin. Ev cara yekem e ku di cîhanê de zaningeheke azad û demokratîk û xweser tê avakirin."      Rewşenê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku cara yekê ye jin di zanîngehekê de cara yekem e  evqas bi awayê aktîf rola xwe dilîze  û nêrîn jê tê girtin."