OHP: Li Wanê îşkence li 2 jê zarok 6 kesên girtî hat kirin
- 10:26 20 Tîrmeh 2018
- Rojane
WAN - Li gor parvekirina OHP'a Wanê 2 jê zarok 6 kesên ku piştî bûyera mirina 2 kesî û polîsekî hatibûn girtin, îşkence li wan hat kirin.
Platforma Hiqûkvanên Azad ên Wanê (OHP) li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parvekirin ku îşkence jê 2 zarok li 6 kesî hatiye kirin. 2 jê zarok 6 kes piştî pevçûna 15'ê Tîrmehê ya li Kuçeya Vali Mithat Bey, hatibûn binçavkirin.
Ji aliyê rûpela OHP'a Wanê wiha hat gotin:
"Şehrîban Mamûk, Abdullah Şahin û Dilan Gorur 4 rojî li TEM'a Wanê ya Şaxa Zarokan di bin çavan de mane. Kesên ku behsa wan tê kirin ji heman malbatê ne û 2 jê zarok in. Ev kesan tevî lêgerîna malê di 4 rojên ku di bin çavan de mane bi îşkenceyê rû bi rû mane.
Abdulbaki Şahîn (56) di hevdîtina bi parêzerên xwe re anî ziman ku ew bi îşkenceyê rû bi rû maye û du parsûyên wî hatine şikandin û hestiyên qorika wî yê rastê derizîye.
Polîs: Em te nas dikin em hatin serê te bieciqînin
Ayfer Şahîn (46) jî anî ziman ku ew ji aliyê polîsan ve hatiye tehdîtkirin û polîsan jê re wiha gotine:"Em te nas dikin em hatin serê te bieciqînin."
F.Ş jî di hevdîtan bi parêzer re anî ziman ku di dema lêgerîna malê de dora 15 peywirdarên ewlehiyê êrîş kiriye û îşkence dîtiye.
Li zaroka 16 salî tehdîda 'îşkenceya zayendî' hat kirin
Di çarçoveya heman operasyonê de zaroka 16 salî ya bi navê D.G. dema li Şaxa Zarokan di bin çavan de bûye bi tehdîda 'îşkenceya zayendî' rû bi rû hatiye hiştin.