Hevşaredara Fîgen piştî ku hat berdan dîsa hat girtin
- 14:19 19 Tîrmeh 2018
- Rojane
WAN - Hevşaredara Kopê Fîgen Yaşar a hatibû berdan û 10 saet şûn de cardin hat binçavkirin, bi biryara Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Agiriyê dîsan hat girtin.
Hevşaredara Kopê Fîgen Yaşar a nêzî 2 sal û 6 mehan di girtîgehê de ma û hat berdan, piştî 10 saet şûn de cardin hat binçavkirin. Dozgerê Panosê îtîrazî berdana Fîgen kir. Fîgenê bi biryara Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Agiriyê dîsa hat girtin û şandin girtîgehê.