Hevşaredara Fîgen piştî ku hat berdan dîsa hat girtin 2018-07-19 14:19:40   WAN - Hevşaredara Kopê Fîgen Yaşar a hatibû berdan û 10 saet şûn de cardin hat binçavkirin, bi biryara Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Agiriyê dîsan hat girtin.    Hevşaredara Kopê Fîgen Yaşar a nêzî 2 sal û 6 mehan di girtîgehê de ma û hat berdan, piştî 10 saet şûn de cardin hat binçavkirin. Dozgerê Panosê îtîrazî  berdana Fîgen kir. Fîgenê bi biryara Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Agiriyê dîsa hat girtin û şandin girtîgehê.