Li Cizîrê DEDAŞ hat şermezarkirin
- 15:25 17 Tîrmeh 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Li Cizîra ku pileya germahiyê gelek zêde ye, welatiyên ku ceryana mala wan hat qutkirin bi armanca şermezarkirinê heta avahiya DEDAŞ'ê meşiyan.
Şîrketa Lêkolîn û Belavkirina Cerayanê (DEDAŞ) bi îdiaya ku dixwaze rê li ber bikaranîna ceryana qaçax bigire li Cizîra Şirnexê li taxa Surê ceryan 19 rojin ji ser 70 malan qut kiriye.
Li taxa ku pileya germahiyê 50 derbas dike ji ber ku ceryan hatiye birîn welatî tên mexdûrkirin. Welatiyên ku hatine mexdûrkirin bi armanca şermezarkirinê heta ser kolana belediyê ku avahiya DEDAŞ'ê lê ye meşiyan. Girsya ku bi çepikan û bi meşê bertek nîşanî DEDAŞ'ê da xwest ku bi rayedarên wê re hevdîtinê bike. Lê rayedarên DEDAŞ'ê daxwaza girseyê red kirin û gazî polîsan kirin.
Li ser gazîkirina rayedarên DEDAŞ'ê polîsên ku hatin cihê bûyerê qad dorpêç kirin û ji bo ku welatî belav bibin hişarî kirin. Girseya ku li ber avahiyê demekê çalakiya xwe berdewam kir piştre belav bû.